Huseyîn AYKOL*
Di salên 1990'î de ji ber ez bûm şahidê wê Ronesanda Kurdan ez serbilind im ku di vê serdemê de saziyên pêşîn ên kurdan bi kurdî rojnameya Welat, Navenda Çanda Mezopotamyayê û Enstîtuya Kurdî ne. Mûsa Anter û Feqî Huseyîn ku di nav avakarên wan de bûn ew her dihatin rojnameya ku ez têde dixebitîm, min rêveberî dikir.
Rojnameyên me Welat û Azadiya Welat ku pêşî heftane dest pê kirin dûre bûn rojane kedek mezin dan ku yekparetiya nivîsa kurdî saz bikin. Ez bawerim xebatên bi kurdî yên NÇM û Enstîtuya Kurdî bi sazkirina Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî hat asta bilind.
Kurteya wê TZPKurdî ye ku wê li gelek cihan qursên kurdî û dibistan vekirin.TZPKurdî bû saziya herî bi çalak û bi bandor a di warê mijara zimanê zikmakî de. TZPKurdî ji bo pêşketina zimanê kurdî û ji bo kurdî bibe zimanê rojane gelek ked da, di salên pêşî de bi tenê hat hiştin; ne ji aliyê navendî ne ji aliyê herêmî ve piştgiriya wê nehat kirin.
Lê di salên dû re TZPKurdî kampanya dan dest pê kirin, her sal di desta destpêkirina dibistanan de hefteyek boykot li dar xist. Dûre li gelek navçe û bajaran qursên kurdî vebûn. Beşdariya qursên kurdî zêde bû. Li ser vê yekê li hemberî avakar, rêveber û nûnerên TZPKurdî dewlet ket nava tevgerê.
Yek ji van kesan jî Hemîd Dilbihar e. Di nasnameya wî ya fermî de Hamit Duman dinivîse ku ew yek ji avakarên TZPKurdî ye û endamê Pena Kurd e. Pirtûkek wî ya çîrokan û didu jî yên helbestan hene. Di sala 2010'an de ji bo Meclisa Partiya BDP'ê hat hilbijartin. Jêwêdetir di Azadiya Welat de qunick nivîsî ku helbet ev kar hemû nedihat efûkirin(!)
Dilbihar ji çend dozan hat darizandin û di danişîna dawî de 16 sal cezayê hepsê lê birîn. Piştî cezayê wî hat erêkirin ew avêtin Girtîgeha Tîpa H ya Erzeromê ku ew der wekî cihek dijwar dihat nasîn. Bi salan li wir ma.
Lê piştî ku girtîgeh ji bo alîgirên Fetullah Gulen hat terşankirin girtiyên siyasî yên li vê derê şandin girtîgehên cur bi cur. Dilbihar ji ber vê sirgûnê Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê kirin. Lê zêde li wir nedan sekinandin.
Ji wir şandin Girtîgeha Giran a Agirî ku van deman bi zordariya xwe di rojevê de ye. Ji wir jî şandin Girtîgeha Tîpa T ya Wanê. Li vê derê bi dehan gartiyanan li wî şistiye. Piştî sê rojan wî radikin nexweşxaneyê lê raporê jî nadin wî û bi ser de jî mafê hevdîtina vekirî jê digirin.
Parêzerê nivîskar û helbestvanê me Cemal Demîr wisa dibêje: "Roja ku anîne vir îşkenceyeke giran û bibandor lêkirine. Ji bo ku ji derve kes bi vê yekê nehese ew hatiye tehdîdkirin. Li ber dozger û saziyên din ê eleqedar me gilî kir. Ji ber polîtîkaya kes ji ber tiştên wisa nayê cezakirin beşên dewletê bêtirs tevdigerin."
Hemîd Dilbijar niha li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê ye. Niha tiştê dikeve ser milê me jêre name, qertan bişînin ser "navê wî yê fermî" Hamit Duman. Em qîmeta wî dizanin û emê qet ji bîr nekin...
*Têbiniya Diyarnameyê: Me ev nivîs ji Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî girt û wergerand kurdî. Huseyîn Aykol ku li dor 25 salan e li nav çapemeniya kurd a bi tirkî kar dike de van demên dawî her li ser girtî û girtîhan dinivîse; ji girtîgehan jî gelek name û agahî jêre tên.
(Foto: Hemîd Dilbijar di çalakiyeke TZPKurdî de dema diaxive)