Diyarname
Ji bo Di Zimanê Biyanî de Fîlmê Herî Serketî ji welatan pêşniyar hatibûn kirin û niha ji nav wan 9 berendam diyar bûn. Ji Tirkiyeyê fîlmê "Ayla" hatibû şandin lê nehat hilbijartin.
Vê carê dê 90'emîn car xelatên Oscarê dê bên dayîn. Endamên Akademiya Zanist û Hunerê ya Sînemaya Amerîkayê 9 fîlmên dê îsal bikevin pêşbaziyê diyar kirin. Fîlmê derhêner Fatih Akin "In The Fade" (Parçebûyî) ku ji bo Globa Zêrîn jî di pêşbaziyê de ye li ser navê Almanyayê hat hilbijartin. Derhênerê rus Adrey Zvyagintsev ku bi fîlmê xwe her bala dinyayê dikişîne bi fîlmê xwe yê nû "Loveless" li ser navê Rusyayê bûye berendam. Fîlmê derhênerê swêdî Ruben Ostlund "The Square" ku îsal ji aliyê Akademiya Fîlman a Ewropayê ve wekî fîlmê salê hatibû hilbijartin û xelata "Fîlmê Herî Serketî" girtibû jî di nav lîsteyê de ye. "The Square" li ser navê Swêdê dê bikeve dû Oscarê.
Vane 9 fîlmên hatine hilbijartin:
- Şîlî: A Fantastic Woman, Derhêner Sebastián Lelio
- Almanya: In the Fade, Derhêner Fatih Akin
- Macaristan: On Body and Soul, Derhêner Ildikó Enyedi
- Îsraîl: Foxtrot, Derhêner Samuel Maoz
- Lubnan: The Insult, Derhêner Ziad Doueiri
- Rusya: Loveless, Derhêner Andrey Zvyagintsev
- Senegal: Félicité, Derhêner Alain Gomis
- Afrika Başûr: The Wound, Derhêner John Trengove
- Swêd: The Square, Derhêner Ruben Ostlund