Diyarname
Mînakên balkêş ên sînemaya bêdeng ji dinyayê tên Stenbolê. Di çarçoveya Rojên Sînemaya Bêdeng a Stenbolê ya Navneteweyî li Akbank Sanatê gelek fîlmên bêdeng têne nîşandayîn.
Di navbera 14-17'ê mehê de li Akbank Sanat a li Taksîma Beyogluya Stenbolê û li Bomontiada Alt Mekan fîlm têne nîşandayîn. îsal mijara bingehîn a çalakiyê wekî "Dans" diyar kirine.
Di vê qadê de fîlmên mînak ên ji sînemaya dinyayê bi muzîka yekser di festîvalê de têne nîşandayîn. Her wiha akademîsyenên ji Tirkiye û derveyê Tirkiyeyê, lêkolîner li ser fîlman dê gotinên xwe vebêjin.
Bilêtên fîlman yên tam 18 TL, yên daxistî jî 12 TL ne.