Diyarname
Festîvala Fîlman a Stenbolê ku ji aliyê ÎKSV (Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê) ve tê organîzekirin niha kesên dê xelata rûmetê û xelata keda ji bo sînemayê bide diyar kir. Lîstivan Perihan Savaş, nivîskar û senarîst Osman Şahîn û derhêner Aram Gulyuz dê ji festîvalê Xelata Rumetê bigire. Midûrê Sînemaya yê Atlasê Cevdet Pişkîn jî dê Xelata Kedê ya Sînemayê ji festîvalê bigire.
Lîstikvan Perihan Savaş di 7 saliya xwe de li nav Şanoyên Stenbolê dest bi karê lîstikvanî kiriye û hetan iha jî vî karê xwe didomîne. Wê heta niha di 130 fîlm û rêzefîlmên televîzyonan de rol girtiye ser milên xwe.
Nivîskar û senarîst Osman Şahin yek ji wan kesan e ku gelek berhemên wî bûne film. Tam ji 23 berhemên wî fîlm hatine kişandin. Yilmaz Guney ji bo wî wisa gotibû: "Tu hay jê nîn in lê tu tam sînemagerekî yî, bavê min." “Kizgin Toprak”, “Kibar Feyzo”, “Adak”, “Derman”, “Ayna”, “Zugurt Aga”, “İpekçe”, “Kurşun Adres Sormaz”, “Avci” hin fîlmin ku ji berhemên wî hatine kişandin.
Derhêner Aram Gulyuz di sala 1960'î de dest bi vî karî kiriye û 140 fîlm bi rê ve biriye. “Abidik Gubidik”, “Temem Bilakis”, “Huseyin Baradan Çekilin Aradan”, “Saffet Beni Affet” hin ji fîlmên wî ne.
Cevdet Pîşkîn di sala 1954'an de di bufeya li Sînemaya Ar ku li ser Kolana Îstîklalê ya Beyogluyê bû dest bi kar kiriye. Paşê wî tam 25 sal di Sînemaya Saray de midûrî kiriye, piştî ev sînema hatiye girtin 10 salan de jî di Sînemaya Kentê de midûrî kiriye. Ev rêzî 20 salan e jî di Sînemaya Atlasê de midûrî dike. Festîval ji ber ev keda wî xelatê dide wî.
Festîvala Fîlman a Stenbolê îsal di navbera 6-17'ê avrêlê de dê 37'emîn car li dar bikeve.
**
Nûçeya Eleqedar: