Diyarname
Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) li ser sala 2016'an agahiyên li ser aboriya çandî weşandin. Li gor sala 2015'an di sala 2016'an de pereyên ji bo çandî hatine xerckirin sedî 13.9 zêde bûye û derketiye 14 mîlyar û 79 mîlyon û 164 hezarî, lê di vir de para zêde ji bo televîzyon û mesrefên ji bo weşanên televîzyonê hatiye veqetandin.
Para televîzyonan
Hemwelatiyên ku di sala 2015'an de 3 mîlyon û 719 hezar û 580 lîra ji bo vê beşê xerc kirine, di sala 2016'an de 3 mîlyon û 971 hezar û 450 lîra xerc kirine.
Xerckirina rojname û pirtûkan kêm bûye
Di sala 2016'an de mîlyonek û 439 hezar û 935 lîra ji bo pirtûkan hatiye xerckirin. Ji bo rojname û kovaran jî 305 hezar û 803 lîra hatiye xerckirin. Dema mirov sala 2015 û 2016'an bide ber hev xerckirina serê malbatê ya ji bo pirtûkan ji sedî 10,4 daketiye sedî 10,2; ji bo rojname û kovaran jî ji sedî 2,5 daketiye 2,2. Yanê, malbatan pereyên ji bo pirtûk, rojname û kovaran xerc kirine kêm kirine û yê ji bo TV'yan zede kirine. Ev tê vê wateyê ku hemwelatiyên Tirkiyeyê di sala 2016'an de li gor sala berê wê kêmtir xwendine, zêdetir temaşe kirine.
Hin agahiyên din:
- Serê malbatê xerckirina ji bo sînema, şano û konseran pereyê hatiye xerckirin ji sedî 5.7 daketiye sedî 4.8
-Di sala 2015'an de ji bo xizmetên kanalên taybet û yên kabloyî mîlyonek û 535 hezar û 788 lîra hatiye xerckirin lê di sala 2016'an de ev reqem derketiye mîlyonek û 678 hezar û 634 lîra. Yanê gel zêdetir pere daye kanalên televîzyonan.
**
Li ser salê nûçeyên bi vî rengî:
- 2017: Pirtûkên bi tirkî yên herî zêde hatine firotin
- 2017: Sersalê dê kîjan hunermend herî zêde pere kar bike
- 2017: Ronaldo di Goga Zêrîn de gihîşt Messi
- 2017: Time: 'Şexsiyetê/a Salê'
- 2017: Modela herî zêde pere kar kir diyar bû
- 2017: Li Tirkiyeyê azadiya fikir û ramanê
- 2017: Vaye lîsteya bajarên ku herî zêde/hindik pirtûkan dixwînin