Diyarname
90 klûbên di Lîgên 2'yemîn û 3'yemîn yên Tirkiyeyê de vê hefteyê li hev dicivin û dest bi çalakiya şermezarkirinê dikin. Rêveberên klûban 6'ê mehê dê li hev bicivin û li ser meseleyê nîqaş bikin.
Hatina klûbên lîgên 2'yemîn û 3'yemîn ketiye. Bi ser de jî Midûriyeta Giştî ya Spot Totoyê biryar daye ku hatina van sedî 50 kêm bike. Li gor îdîayê 90 klûb ji bo şermezarkirinê vê yekê dê 45 deqîqeyê dereng derkevin maçan û berî destpêkirnia maçê dê deqîqeyek bêliv rawestin.
Endamê Rêveberiya Klûbên Lîga 2'yemîn û 3'yemîn Ugur Koçak ku di heman demê de Serokê Karacabey Bîrlîk Sporê ye dibêje ku emê li hev bicivin û em dixwazin di kurtedemê de çareseriyek çêbibe.