Diyarname
Kovara muzîkê Bilboard ji bo sala 2017'an jina salê hilbijart: Selena Gomez.
Di jiyana Gomez de îsal gelek tişt guherîn lê serketina wê ya di qada muzîkê de neguherî. Ew îsal ji gurçika xwe emeliyet bû, têkiliya xwe bi The Weeknd re birî, carek din ligel evîndarê xwe yê berê Justin Bieber li hev kir û dest bi têkiliyeke nû kirin. Ligel her tiştî kovara muzîkê stranbêja ji DYA'yê Seleman Gomez wekî "Jina salê" hilbijart. Serokê Koma Çapemenî ya Bilboardê John Amato li ser mijarê wisa got: "Selena ne tenê stêrka ku di lîsteyan de dibiriqe, jinên ciwan bi wê bawer in û ew îlhamê dide jinên ciwan ku derdên xwe bînin ziman."
Gomez di sala 1992'yan de li Grand Prairie ya Teksasê hatiye dinê. Ew di sala 2008'an ve bi albumên xwe di nav piyaseya muzîkê de ye. Wê îsal stranên wekî "Bad Liar", "It Ain't Me", "Fetish" pêşkêşî muzîkhezan kirin.
**
Li ser salê nûçeyên bi vî rengî:
- 2017: Vaye lîsteya bajarên ku herî zêde/hindik pirtûkan dixwînin