Diyarname
Lîstina maçên Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê îro dom kirin. Di maçan de Batman Spor li malal xwe li hemberî Konyayê bi 3-0 têk çû. Fenerbahçe jî li mala xwe bi 6-0 bi ser ket.
Di maçêde Fenerbahçe di deqîqeya 23'yan de bi gola Alper Potuk 1-0 derket pêş. Potuk di deqîqeya 51 û 66'an de jî gol avêt û hat-trick kir. Golên din ên Fenerbahçeyê Vincent (dq 26), Hasan Ali Kaldirim (dq 45), Ahmet Han Kose (dq 88) avêt. Teknîk Dîrektorê Fenerbahçeyê Aykut Kocaman ku di teknîk dîrektoriya xwe ya berê ya li Fenerbahçeyê piştî 28 salan kûpa dabû qezenc kirin, di serdema duyemîn de bi rekorek baş dest bi maçên kûpayê kir. Maça duyemîn 12'yê meha pêşiya me li Edeneyê dê bê lîstin.
Maçên din ên îro bi van encaman bi dawî bûn:
Kasimpaşa - Bolu: 1-3
Sivas - Buca: 2-1
Adana - Bursa: 0-2
Maçên din sibê dê bêne lîstin.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Beşîktaş bû barana golan û bi ser Manîsayê de barî
- Bernameya maçên Kûpaya Tirkiyeyê diyar bû
-Konya bû reqîbê Batman Petrol Sporê
- Batman bi ser ket, Amed Spor têk çû
- Di kûpayê de reqîbê Amed Spor û Batman Petrol Sporê diyar bûn
- Batmanê tîmek mezin Goztepe Spor têk bir
- Amed bi ser ket Diyarbekir têk çû
- Maçên Kûpaya Ziraatê îro dest pê dikin