Diyarname
Yekîtiya Ewropayê (YE) û Pera Fîlm 7'emîn Rojên Mafên Mirovan lidar dixin. Di nav bernameyê de 6 fîlm û gotûbêj hene.
YE ji bo her sal cudatiyê nîşan bidin, nîqaş bikin û bidin fikirandin fîlmhezan tîne ba hev, ji bo vê rojên fîlman li dar dixe.
Îsal di navbera 3-8'ê berfanbardê de li Stenbolê li Muzeya Perayê çalakî li dar dikevin û temaşekirina wan bê pere ye.
Bername bi vî rengî ye:
3'yê mehê saet 13'yan de du fîlm hene. Fîlmê derhêner Filiz Işik Bulut ê bi navê "Zelal" û "Grab and Run" ê derhêner Roser Corella.
Roja 8'ê mehê jî di saet 12'yan de dê "Indivisibile" (Derhêner Edoardo De Angelis) û saet 14.30 de "Home Sweet Home" (derhêner Maja Prettner) bê nîşandayîn û dûre gotûbêj li dar bikeve.
Her wiha heman rojê saet 17.30 de "Seeing Voices" (derhêner Dariusc Kowalski) û dûre gotûbêj li dar bikeve.
Saet 20'an de jî nîşandayîna "A to B Rollerski" (derHêner Amin Aspers) û piştî wê gotûbêj li dar bikeve.