STENBOL
Koma muzîka gel "Rastak" niha dê li Stenbolê paşê li amedê derkeve pêşberî temaşevanan. Pereyên ji konserê bêne bi dest xistin beşek jê dê ji bo kesên ji erdhejê zirar dîtine bişîne.
"Rastek" li Îranê di bala 1997'an de hatiye avakirin û bi pirzimanê karê muzîkê dike. Bi farisî, kurdî, azerî stranan distrê. Heta niha 4 albumên Rastek derketine: "Rangvarehaye Kohan (Audio, 2007)", "Hameye Aghvame Man (Video, 2010)", "Sornaye Norouz (Video, 2013)", "Miane Khorshidhaye Hamisheh".
Rastek niha li Stenbolê dibe mêvanê muzîkhezan: Konsera wan roja 23'yê vê mehê saet 21'ê de li Bostanci Gosterî Merkezî ye. Konser ji aliyê Toranj Event Organizasyon (TEO) ve tê organîzekirin û hat ragihandin ku beşek ji pereyên ku bêne bidestxistin dê ji bo kesên ji erdheja li Kirmanşarê zirar dîtine bêne şandin.
Rastek diçe Amedê jî
Her wiha Rastek piştî Stenbolê roja 25'ê mehê jî li Amedê li Navenda Kongre û Çandê ya Amedê konserekê bide.
Rastek heta niha li welatên wekî Îngiliztan, Avusturya, Almanya, Fransa, Îtalya, Spanya, Hollanda, Swêd, DYA, Kanada, Avustralya, Hindistan, Japonya, Malezya, Şîlî, Polonya, Gurcistan, Belçîka, Umman û Rusya konser dabû. Di sala 2014'an de li Amedê ligel hunermenda kurd Yelda Ebasî jî derketibû ser dikê.