Diyarname
Di maça Play-offê ya ji bo beşdariya Kûpaya Cîhanê ya 2018'an de Perûyê Zelandaya nû bi 2-0 têk bir û piştî 36 salan mafê beşdariya Tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê ya 2018'an bi dest xist. Piştî maçê ji bo pîrozbahiyê li welat betlaneya fermî hat ragihandin.
Maç li paytexta Perûyê Lîmayê li Stada Nacional hat lîstin û Perûyê bi golên Jefferson Farfan (Deqîqe 27) û Christian Ramos (Deqîqe 65) bi 2-0 bi ser ket.
Serokomarê Perûyê Pablo Kucynski ji ser twitterê re tîma neteweyî pîroz kir û nivîsî: "Ji bo we em dilşad kirin gelek sipas."
Lîstikvanê tîmê Christian Cueva jî wisa nivîsî: "Ev xeyalê me yê zarokatiyê bû. Ji dîrokê wêdetir hesteîk mezin e."
Perûyî piştî serketinê ji bo pîrozbahiyê daketin kuçeyan.
Perû herî dawî di sala 1982'yan de beşdarî tûrnûvayê bûbû.
Di maçên ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2018'an de balkêşî didomin. Di play-offek din de Îtalya nekaribû reqîbê xwe Swêdê têk bibe û piştî 60 salan yekem car nekarî beşdarî Kûpaya Cîhanê bibe.