Diyarname
Hûn dixwazin ku hîn bibin li Tirkiyeyê rewşa aboriya mirovan çawa ye? Vane sê nûçe...
Bankeyan dest danî ser avahiyan
Banke ji bo kirîna avahiyan kredî dide mirovan lê dema kredî bi paş ve neyê danîn dest dide ser wan avahiyan. Û niha di destê bankeyan de ji 10 hezarî zêdetir avahiyên ku dest danîne ser hene û banke dixwazin van bifroşe.
Ji rojnameya Dunyayê Leyla Îlhan nûçe nivÎsandiye û gotiye ku di malperan de niha îlana 8 hezar û 412 avahiyan heye ku dixwazin bifroşin.
Nûçe radigihîne ku hin hê dernexiste firotin, hin jî hê buhaya wan tê diyarkirin loma ne di nav îlanan de ne û dema ev hemû bên ser hev hejmar derdikeve ser 10 hezar hebû.
Li gor îlanan herî zêde avahî di destê Vakifbankê de ne (2 hezar û 422 heb).
Ji 8 kesî yek di îcrayê de ye
Kompaniya "Hayat Varlik" heye ku krediyên dikeve îcrayê dikire. Hayat Varlik ragihand ku li Tirkiyeyê 7 mîlyon kes dosyayên wan niha di îcrayê de ne. Dema mirov 55 mîlyon kesên gihîştî yên li Tirkiyeyê dihesibîne ev yek dike ji her 8 kesan yek di îcrayê de ye.
Li gor nûçeya di Milliyetê de Midûrê Giştî yê Hayat Varlikê Hilmi Guvenal gotiye ku profîla deyndaran di navbera temenê 25-35'an de ye û hejmara dosyayên li dadgehên îcrayê jî gihîştiye 25 mîlyon hebî.
Ew dibêje ku herî hindik 3,5 mîlyon kes ji ber qertên krediyê yan jî krediyên ji bo pêdiviyê kişandine ketine nava îcrayê.
Sedî 65'ê krediyên KOSGEB'ê dane şaş in
Hikumeta Tirkiyeyê bi rêya KOSGEB'ê par kredî dabû 15 hezar esnafên biçûk û yên navîn ku her yekî 50 hezar kredî bi sifir faîzê girtibû. Sayiştaş li ser beyanên van karsazan lêkolîn kir û derket holê ku sedî 65'ê van beyanên karsazan şaş in. Sayiştay dibêje KOSGEB bêyî rastiya van beyanan erê bike kredî hatiye belavkirin. Her wiha Sayiştay tiştek din jî radigihîne: 2.1 mîlyar kredî jî ligel ku rayedarên KOSGEB'ê erê kiriye jî ji bo KOBÎ'yan nehatiye belavkirin. (Ji nûçeya Aysel Alp a ji Hurriyetê hatiye girtin)