Diyarname
Festîvala Fîlmên Karkeran a Navneteweyî di navbera 17-19'ê mehê de fîlman pêşkêş dike.
Festîvala Fîlmên Karkeran a Navneteweyî vê carê berê xwe dide Mêrmsînê. Bernameya 12'emîn festîvalê dê 17'ê mehê bi nîşandayîna belgefîlmê "Halkin Sanatçisi" (Hunermendê Gel) dest pê bike. Merasima destpêkirina festîvalê 17'ê mehê saet 18.30 de li Salona Mehrê ya Şaredariya Yenîşehîrê dê li dar bikeve û belgefîlmê navborî dê bê nîşandayîn.
18'ê mehê di navbera saet 11.00-17.20 de li Ozgun Sanat Atolyesi fîlm bêne nîşandayîn û Grup Permiyen jî dê konserek pêşkêş bike. 19'ê mehê jî di navbera 11.00-19.30 de li heman cihî nîşandayîn bidomin. Bi beşdariya niviskarê Kovara Ot û senarîst Bîrol Tezcan gotûbêjek li dar bikeve û paşê festîval dê bidome. Fîlm bê pere têne nîşandayîn.