Diyarname
Li ser biryara Dadggeha Bilind a Federal a Iraqê, Hikumeta Herêma Kurdistana Federe got, "Em rêzê ji vê ravekirina Xala 1'em a Destûra Bihgehîn ya Dadgeha Bilind a Federalî re digrin."
Li gor Xala 1'em a Zagona Bingehîn a Iraqê tu herêm nikare ji Iraqa federal veqete û ji bo vê yekê kes nikare referandûmê jî saz bike. Herêma Kurdistana Federe jixwe berevajî Zagona Bingehîn bi vîna xwe ev biryara referandûmê da bû û gelê kurd jî bi sedî 93 gotibû "erê". Piştî referandûmê di 16'ê kewçêra 2016'an de artêşa Iraqê ligel Heşdî Şebî êrîşê Herêma Kurdistanê kiribû û Kerkûk jî di nav de herêmên nakok dagir kiribûn. Dûre Civata Wezîran a Iraqê roja 6'ê vê mehê ji Dadgeha Federal a Iraqê xwestibû ku xalên Zagona Bingehîn bîne cih. Li ser vê Dadgeha Federal a Iraqê biryar rave û eşkere kiribû: “Komara Iraqê dewleteke federalî ya serbixwe ye, tu herêm bi tena serê xwe nikarin veqetin."
Li ser vê yekê Hikumeta Herêma Kurdistana Federe (HHKF) îro daxuyaniyek weşand û got ku ew rêzê ji vê ravekirina xala 1'em a Zagona Bingehîn a Dadgeha Federalî re digirin û xwest ev yek bibe bingeha diyalogê jî. HHKF'ê wisa got: "Bicihkirina hemû xalên zagona Bingehîn a Iraqê bila bibe sedema parastina mafan. Rêya ewlekirina yekîtiya Iraqekê ku di xala 1'emîn de jî hatiye destnîşankirin."
Ji aliyê manewî ve encamên referandûmê diyar in lê ji aliyê fermî ve HHKF'ê bi vê daxuyaniyê re meseleya referandûmê ji holê rakir.