Diyarname
18'emîn Festîvala Kurtefîlman a Îzmîrê 7'ê mehê deriyên xwe vekirin. Di festîvala ku heta 12'yê mehê dê bidome de bi sedan kurtefîlm hene.
Wezareta Çandê, Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê, Midûriyeta Gşitî ya Sînemayê û ligel van Şaredariyên Buca, Konak, Bornova, Karşiyaka û Navenda Çanda Fransiz ligel hev vê festîvalê li dar dixin.
Di warê pêşbaziya neteweyî û navneteweyî de 38 fîlm dikevin pêşbaziyê û di 11 waran de dê Xelata Pisîka Zêrîn bê dayîn. Ji 42 welatan 400 fîlm li 5 salonên cuda bêpere têne nîşandayîn.
Di çarçoveya festîvalê de li ser lîstikvanî, firotina fîlman, nivîskariya sînemayê, sînemaya dîjîtal, deng, teknîk û castê atolye têne li dar xistin.
Pêşangeha Doç.Dr.Mehmet Koştumoglu ya bi navê "Portreyên ji Sînemaya Tirk" di çarçoveya festîvalê de il Navenda Çand û Hunerê ya Şaredariya Bucayê hate vekirin.
Fîlm li Navenda Çanda Fransiz, Îzmîr Sanat û Navenda Ciwanan a Tarik Akan a Şaredariya Bucayê (li vir li sê salonan) bê pere têne nîşandayîn.