Hewlêr
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî proje yasaya bûdceya 2018'an ya hikumeta Iraqê rexne kir û got: "Ev proje bi yekalî hatiye amadekirin û li gel Herêma Kurdistanê nehatiye şêwirîn. Bexda % 17'ê bûdceya Kurdistanê bişîne em amade ne dahatan radest bikin.”
Barzanî li Hewlêrê civîneke çapemeniyê saz kir. Vane notên ji axaftina Barzanî:
- Herêma Kurdistanê ji pêvajoyeke zehmet re derbas dibe. Ya ji hemûyan jî girîngtir ew e, ku divê em bi hêvî li paşeroja xwe binêrin. Divê em piştrast bin, ku wekî berê, bi tevî hemû aliyan emê vê pêvajoya zehmet jî derbas bikin. Mercê vê serkeftinê jî ew e, ku divê em dest ji berjewendiyên hizbî û şexsî berdin. Bi yekdengî ya kurd û hemû gelên li Kurdistanê dijîn, vê qonaxê derbas bikin.”
'Pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de pirsgirêkên nav mal in'
- Piştî giştpirsiya 25'ê Îlonê hinek tiştên nexwestî rû dane lê li hember van hikumeta Herêma Kurdistanê her car teqez kiriye, ku di çarçoveya Destûra Iraqê de pirsgirêkan çareser bike.
- Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye li gel Bexdayê, di çarçoveya destûrê de guftugo bike û bigihê rêkeftinê ku di berjewendiya hemû aliyan de be. Pirsgirêk bi şer çareser nabin, bi anîna leşkeran çareser nabe. 14 salên derbasbûyî jî ji bo herdu aliyan bûye ders. Pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de pirsgirêkên nav mal in. Ev pirsgirêk jî bi xwe ferzkirinê çareser nabin.
- Reşnivîsa projeya bûdceya 2018'an a Iraqê ji bo pesendkirinê gihîştiye destê Serokwezîr. Têbîniyên me yên cidî li ser vê reşnivîsê hene. Bi nêrîna me di reşnivîsê de bi awayekî zelal behsa qewareya Herêma Kurdistanê nayê kirin. Behsa danûstandina li gel parêzgehan tê kirin. Ev yek li dijî Destûra Iraqê ye. Ji ber ku di destûrê de navê qewareya Kurdistanê wekî hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Ev yek bi yasa û qanûnan jî hatiye selmandin û divê li gorî vê danûstandin were kirin.”
'Divê agirbestekî mayinde hebe'
- Hêzeke zêde ya Heşda Şeibî û artêşa Iraqê li Rebîe û navçeyên nakok hatine komkirin. Em dibêjin çareserî guftûyên siyasî ye û divê agirbestekî mayînde hebe. Divê Bexda ji bo diyalogekî cidî rê veke da ku ev pirsgirêk werin çareserkirin.
- Eger Bexda di çarçoveya rêkeftina herdu aliyan de hemû bûdce û maşên Herêma Kurdistanê bişîne, em jî amade ne dahata petrolê radest bikin. Me li gor rêjeya %17 rêkeftin kiriye. Em amade ne ji bo vê yekê gotûbêjê bikin. Ji aliyekê ve di nava xelkê de dibêjin em amade ne meaşan bidin û ji aliyekê din ve jî lîstokê dikin, bûdce naşînin û kêm dikin.
Pirs dê çawa çareser bibe?
- Di vir de pirsekî pir cidî heye, ku divê em hemû ji xwe bikin; Divê vê pirsê ji xwe bikin, gelo dixwazin li Iraqê seqamgirî hebe yan ne? Divê hem Bexda û meh jî em li ser vê pirsê hizir bikin. Ya duyemîn, gelo pirsgirêk li Iraqê bi zêdebûna hêz tên çareserkirin, kî lawaz û kî bi hêz e? Dîroka Iraqê nîşa me dide ku pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê wiha çareser nabin. Eger me divê îstîqrar, seqamgirî, aramî û aştî hebe, divê em bi mejiyeke vekirî rûnin û biaxivin, diyalogê bikin. Pirsgirêk siyasî ne, ne ku leşkerî ne û divê bi rêyên danûstandinê werin çareserkirin.
Destûra Iraqê
- Em dixwazin pirsgirêkan di çarçoveya Destûra Iraqê de ji bo îro û nifşên paşî, werin çareserkirin. Niha divê Bexda vê biryarê bide. Em dixwazin li gel hêzên siyasî yên Iraqê jî rûnin.
- bi pesendkirina reşnivîsa bûdçeyê dixwazin qewareya Herêma Kurdistanê hilweşînin û ev jî pir xeter e. Birçîkirina gelê Kurdistanê ne di berjewendiya Ebadî û ne jî di berjewendiya ti siyasetvanekî din ê Iraqê ye.
Em alîkariyên Tirkiye û Îranê ji bîr nakin'
- Em alîkariyên Tirkiye û Îranê ji bîr nakin. Herêma Kurdistanê dixwaze ligel cîranên xwe di aştiyê de bijî. Em dixwazin Tirkiye û Îran jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de alîkar bin di çarçoveya Destûra Iraqê de. Ligel Tirkiye û Îranê peywendiyên Herêma Kurdistanê berdewam bikin û eger ew bixwazin hevdîtinê bikin, hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amade ye.
- Em dixwazin ji bo çareserkirina pirsgirêka navçeyên nakok mekanîzma hebe û xelk jî vegerin malên xwe. Ji ber nebûna ewlekarî û aramiyê zehmet e nîştecihên Kerkûk û navçeyên din di vê rewşê de vegerine malên xwe.
Ji Rûdawê hatiye girtin
**
- Desteya Wezîran a Iraqê butçeya herêma Kurdistanê daxist
- Ji Dadgeha Federal a Iraqê daxuyaniya li ser referandûmê
- Hikumeta Iraqê: Em dixwazin kurd vegerin dirêjahiya sînorên sala 2003'yan
- Li ser Başûr îro sê nûçeyên derketine pêş (27.10.2017)
- Hikumeta Iraqê xwest du kanalên kurdî bêne girtin
- Encamên referandûmê hatin betalkirin
- Hilbijartinên Herêma Kurdistanê hatin paşxistin
- Hilbijartinên parlemenê û Serokatiya Herêmê hatin taloqkirin
- Bedran Dere: Kurdistan wê çima nebe Almanya?
- Cemil Oguz: Pêdiviya Başûr bi Salih Muslim heye
- Hîwa Khoshnaw: Piştî referandûmê hin gotin
- Başûr: Em bê şert ji diyalogê re amadene lê, dest ji referandûmê bernadin
- Goranê biryara avakirina Hikumeta Rizgarî ya Niştîmanî erê kir
- Notên ji axaftina Bafel Talabînî
- Cockburn: PDK û YNK'ê berî operasyonê li hev kirin ku vekişin
- Hewlêr: Em amadene vegerin Bexdayê
- Hilbijartinên parlemenê û Serokatiya Herêmê hatin taloqkirin
- Fermandarê Pêşmerge: Biryara paşde vekişandinê rast bû
- Lahor Şêx Cengî: PDK’ê 31’ê Tebaxek din anî serê Kerkûkê
- Li ser Başûr sê nûçeyên îro derketin pêş
- Li ser Başûr îro çend notên girîng (27.09.2017)
- Ji serê sibê de agahiyên li ser referandûmê (Hemû agahyên roja 25'ê mehê)
- Meclisa Kerkûkê biryara dûrxistina Necmedîn Kerîm red kir
- Komên Kurdî beşdariya Parlamena Iraqê rawestandin
- Waliyê Kerkûkê ji peywirê hat girtin
- Nûner Mistefa: Em hewldanên bi paş ve xistina referandûmê erênî dibînin