Diyarname
Pêşbaziya Helbsestan a Arjen Arî dest pê kir. Pêşbaziya ku îsal 5'emîn car li dar dikeve kesên bixwazin heta roja 31.01.2018'an berhemên xxwe bişînin.
Pêşbazî ji aliyê Weşanên Evrensel û Weşanên Lîsê ve tê lidar xistin. Ji bo pêşbaziyê xwişka Arjen Arî Necla Arî û Nûnerê Evrensel Basim ê Amedê Reşo Ronahî li Egîtîm-Senê daxuyanî da. Ronahî ba lkişand ser têkoşîna Arjen Arî ya ji bo ziman û wêjeya kurdî û diyar kir ku ew dê têkoşîna wî bidomînin. Nejla Arî jî diyar kir ku ew hêvî dike pêşbaziyên bi vî rengî yên li ser navê kurdî têne lidarxistin zêde bibin.
Kesên bixwazin berheman bişînin divê heta 31'ê meha rêbendana 2018'an berhemên xwe bişînin. Encam roja 1'ê avrêla 2018'an ku roja rojbûna Arî ye têne eşkerekirin. Di nav endamên juriyê ya pêşbaziyê de îsal Berken Bereh, Dilber Hema, Osman Memed, Ulku Bingol û Necla Arî hene.
Vane şertên pêşbaziyê:
- Xelatê didin berhemên bi kurdî hatine nivîsandin.
- Berhemên bi ser bikevin dê wekî pirtûk bêne çapkirin.
- Helbestvanên ku berê pirtûka wî ya helbestan nehatibe weşandin dikarin beşdarî pêşbaziyê bibin.
- Berhemên ji bo pêşbaziyê hatibin şandin divê bi tîpên Latînî bin.
- Dosyaya helbestan ku ji bo pêşbaziyê hatibe şandin divê 64 rûpel (4 forma) be.
- Dosya bi formaya A4 be û 5 kopî hebin.
- Dosya divê bi CD hatibe şandin
- Dosyayên bi kompîtur nehatibin nivîsîn û CD têde nîn be nayên qebûlkirin.
- Divê li ser dosya yan jî CD navê helbestvan nîn be.
- Dosyaya ku bi ser bikeve di dema amadekirina çapê de mafê jurî heye ku li ser bixebite.
- Ger jurî berhemên hêjayî xelatê nebîne dê xelatê nede.
- Kesên beşdar bibin kurtejiyana xwe û agahiyên têkiliyê di zerfeke devgirtî de divê bişînin.
- Dosyayên bi destan an bi amilê hatibin şandin nayên qebûlkirin.
- Dosyayên ji bo pêşbaziyê hatibin şandin bi paş ve nayên dayîn.
- Endamên juriyê piştî deng bidin û dosyayê hilbijêrin dê bêne agahdarkirin ku dosya aîdê kî ye.
- Ji bo têkilî telefon: Reşo Ronahî (0541 514 54 97)
- Navnîşana ji bo kargoyê: Yenişehir Mahallesi Ali Emiri 7. Sokak, No: 22/7, Kat: 1 Yenişehir Amed (Li ser navê Rojnameya Evrenselê Buroya Amedê)