Batman / MA
Li Batmanê navê Aramê Tîgran ku li ser tabelaya parkê hatibû daliqandin hinan bi boyax jêbirin.
Parka Aramê Tîgran ji aliyê Şaredariya Batmanê ya DBP'yî ve di sala 2009'an de li Taxa Raman li ser Bulvara Edîp Solmaz hatibû vekirin. Li ser talebeyê ham navê Aramê Tîgran hem wêneyê wî hebû. Berî demekê hinan ser wêne û navê Aramê Tîgran boyax kiribû û jêbiribû. Li ser bertekan kayyûmê ji nû ve tabelaya Aramê Tîgran danî destpêka parkê lê vê carê bêyî wêneyê Aramê Tîgran. Û niha, duh ji aliyê kes an kesan ve serê navê Aramê Tîgran bi boyaxê sipî hat boyaxkirin û nav hat jêbirin.