Diyarname
Berdevkê Goranê Şoreş Hecî diyar kir ku Serokê Herêmê û cigirê wî tu rewabûna wan nemaye û wiha dewam kir; “Divê Serokê Herêmê û cigirê wî îstîfa bikin. Her wiha sîstema serokatiya herêmê nemîne. Sîstema desthilat li herêmê bibe parlamento. Divê kabîneya heştem a hikumeta herêmê bê hilweşandin û Hikumeta Rizgarî ya Niştîmanî bê damezrandin.”
Civîna Civata Niştîmanî ya Tevgera Goran bi dawî bû. Der barê naveroka civînê de Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hecî daxuyanî da çapemeniyê.
Hecî wisa got: “Gelê me û destkeftiyên me îro li ber metirsiyek mezin in. Beşek zêde yê destkeftî û nîvê xaka me ku me bi xwînê bi dest xistine ji dest hatin dayîn. Mixabin nav û dengê ew pêşmergeyên ji bo gelê kurd gelek lehengî kirine hate şikandin. Dostên me yên navneteweyî hatin windakirin. Ev jî di demek ku kurd di sedsalên bihurî de bi qasî van salên dawî li Bexda bihêz nebibû. Belê hemû siyaseta desthilatên herêmê ew jî lawaz kir.”
Her wiha Şoreş Hecî got ku Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji sefera xwe ya fermî ya derveyî welat vegeriyaye, niha di nava hewldana civîna li gel kom û parlamenteran ji bo civîna parlamentoyê û derbazkirina herêmê ji vê rewşê de ye.
Di dawiyê de jî Şoreş Hecî got; “Wekî Tevgera Goran û Komeleya Îslamî di nava hewldana derxistina herêmê ji vê rewşê de ne. Em hêvî dikin ku hikumeta herêmê xwedî wê cesaret û berpirsiyariyê be ku li hemberî gelê Herêma Kurdistanê piştî van binketinên xwe dest ji kar berde.”
Nûçeyên Eleqedar:
- Notên ji axaftina Bafel Talabînî
- Cockburn: PDK û YNK'ê berî operasyonê li hev kirin ku vekişin
- Hewlêr: Em amadene vegerin Bexdayê
- Hilbijartinên parlemenê û Serokatiya Herêmê hatin taloqkirin
- Fermandarê Pêşmerge: Biryara paşde vekişandinê rast bû
- Lahor Şêx Cengî: PDK’ê 31’ê Tebaxek din anî serê Kerkûkê