Diyarname
Festîvala Fîlman a Antalyayê Porteqala Zêrîn ev çend sal in her di nav nîqaşê de ye. Pêşî di sala 2014'an de belgefîlmê Reyan Tuvi "Yeryuzu Aşkin Yuzu Oluncaya Dek" ji bernameya pêşbaziyê derxistin û li hemberî vê yekê gelek sînemagerî deng derxist. Sala dûre pêşbaziya belgefîlman û kurtefîlman ji festîvalê hat derxistin û îsal jî festîvalê biryar girt ku Pêşbaziya Neteweyî li dar nexin. Vê yekê kir ku hemû sînemageran rabin ser piyan. Siyadê (Komeleya Nivîskarên Sînemayê) li ser betalkirina Pêşbaziya Neteweyî biryar da ku endamên wê beşdarî juriyê nebin, sînemageran daxuyanî da û herî dawî jî derhênerê fîlmê "Sivas" Kaan Mujdeci ket nav hewldanê û "Pêşbaziya Neteweyî" da dest pê kirin. Armanc ew e ku li hemberî Festîvala Fîlman a Antalyayê bibe bersiv. Di manîfestoya weşandine de li hemberî Şaredarê Antalyayê yê AKP'yî Menderes Turel ku piştî betalkirina Pêşbaziya Neteweyî got "Em Festîvala Antalyayê dikin wekî Cannesê" wisa hat gotin; "Pêdiviya dinyayê bi Cannesekî din tune ye, lê pêdiviya me bi Pêşbaziya Neteweyî ya Festîvala Fîlman a Antalyayê heye." Di dawiya manîfestoyê de wisa tê gotin: "Rojek emê dîsa vegerin wî bajarî." Bi vê Pêşbaziya Neteweyî ku li dar dixin jî dixwazin Festîvala Antalya bi paş ve gav biavêje û carek din vê pêşbaziyê li dar bixe. Û heta Antalya vê biryarê bide jî dê li Stenbolê Pêşbaziya Neteweyî li dar bixin.
"Pêşbaziya Neteweyî" dê di navbera rojên 20-27'ê mehê de li Sînemaya Beyoglu ya li Beyogluya Stenbolê li dar bişin. Di nav endamên juriyê de Kadir İnanir, Sevin Okyay, Hulya Uçansu, Nihal Yalçin, Sarkis,. Tayfun Pirselimoglu hene.
Siyadê jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew piştgiriya vê Pêşbaziya Neteweyî dikin û ji bo Festîvala Antalyayê jî bang kir ku carek din beşa Pêşbaziya Neteweyî bixin nava festîvalê. Her wiha Siyadê wekî endamên jûriyên xwe navên Tul Akbal Sualp, Okan Arpaç, Ali Deniz Şensoz eşkere kirin.
Ji bo agahiyên zêdetir:
https://ulusalyarisma.com/