Deniz Tekin / MA
Bi hinceta “ne pirtûka dersê ye, dibe ku rê li ber têkiliyeke bişîfre û bêkontrol vebike” nehiştin pirtûka Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demîrtaş a bi navê “Seher” têkeve Girtîgeha Amedê.
Hevşaredarê Şaredariya Xîzanê Îhsan Ûgûr, dema di 2’yê kewçêrê de ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Girtîgeha Xarpêtê tê kirin, pirtûka “Seher” jî di nav de 10 pirtûkan bi xwe re tîne. Lê belê îdareya girtîgehê ji bo lêkolînkirinê dest datîne ser van pirtûkan. Desteya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê di bin banê serokatiya Midûrê Girtîgehê de kom bû û biryareke skandal da. Di biryarê de derheqê 10 pirtûkên ku der barê wan de biryara berhevkirinê tune ye, biryara ku divê nedin girtî û hikumxwaran hat dayîn.
Pirtûkên bi navê “Seher”, “Ben Frankfurt’ta Şoforken”, “Careke Ji Caran”, “Medeniyetler ve Şehirler”, “Vejîn”, “Gulên Şoran”, “Gormek”, “Tarihin Tanigi Aras”, “Tanri’nin Tarihi” û “Heval Marcello” bi hinceta “ne pirtûkên dersê ne, dibe ku rê li ber têkiliyeke bişîfre û bêkontrol vebike” nedan girtiyan.
Parêzer Cîhan Aydin ku parêzerê Ugur e diyar kir ku biryara ku îdareya girtîgehê der barê pirtûkan de daye derqanûnî ye û ji bo wê wan li Dadgeha Înfazê ya Amedê îtirazî vê biryarê kiriye.