Diyarname
Mala wênesazê Spanyayê Pablo Picasso yê li Fransayê ku li Kendava Cannesê dinêre û wî salên xwe yên dawî di vî malî de derbas kiribû bi 20.2 mîlyon dolarî hat firotin.
Li dadgeha li bajarê Grasse di mezatê de mal hat firotin û karsazekî bi navê Rayo Withanage ku ji Zelandaya Nû ye xanî kirî.
Picasso berî di sala 1973'yan de bimire 12 salên xwe yên dawî li vir derbas kirin û gelek navdarên dinyayê hatin vî malî serdana wî.
Mal li ser sê donim hatiye sazkirin. Jina Picasso ya duyemîn Jacqueline Roque di sala 1986'an de li vir întîxar kiribû.