Diyarname
Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika xwe ya nû "Morên Keran" ku lîstikek Aristophanes e û rexneya li pergalê ye dest bi serdema nû kir.
Şanoya Bajêr a Amedê dest bi serdema nû ya şanoyê kir. Di vê serdemê de jî lîstika xwe ya nû derxist pêşberî şanohezan û lîstikê gelek eleqe dît. Lîstikva ku Mehmet Emin Yalçinkaya û Nazım Hikmet Çalişkan kirine kurdî, derhêneriya wê Nazim Hikmet Çalişkan kiriye. Di lîstikê de Kemal Ulusoy, Mehmet Emin Yalçinkaya, Ozkan Şeker, Zeycan Ateş, Şahperi Alphan, Mahmut Kosem, Mesut Akar û Dicle Guneş Yavuz dilîzin.
Lîstik têkçûna trajîkomîk a pergala edaletê ya Antîk Yewnan a Berî Mîladê Sedsala 4'an tîne ziman. Di lîstikê de dadgerên ku li gor dilê xwe tevdigerin û pîşeya dadgeriyê ji hedê xwe derdixin tê rexnekirin.
Di serdema nû de Şanoya Bajêr a Amedê lîstikên xwe yên par derxistibûn ser dikê jî îsal dîsa pêşkêş dikin.