Diyarname
Mebûsê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr di danişîna Asambleya Parlementeran a NATO'yê de ji bo Cîgiriya Serokê Komîteya Jorîn a Ewlehî û Hewldanên Teknolojiyê ya Asambleya Parlementeran a NATO'yê hat hilbijartin. Civîna Paşîya 2017'an a saziyê li dar ket û Pîr hat hilbijartin. Mebûsê HDP'ê Pîr di civîna sermaweza 2016'an de ji bo Cîgiriya Serokê Komîteya Jêrîn a heman saziyê hatibû hilbijartin. Pîr îsal ji bo gavek jortir çû û pênasek din bi dest xist. Civîna 2017'an 6'ê mehê li Bukreşê dest pê kir û heta 9'ê mehê dê bidome.