Diyarname
Berî referandûmê û piştî referandûmê Başûr ji rojava kurdan û dinyayê nakeve. Vane çend nûçeyên ku îro (30.09.2017) derketin pêş:
- Biryarê betal bikin
Berdevkê Hikumeta Kurdistana Federe Sefîn Dîzaî daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li hikumeta navendî ya Iraqê kir ku qedexeya rabûna balafiran rake. Di daxuyaniyê de ev biryara hikumeta navendî wekî "biryareke siyasî" hat nirxandin û hat xwestin ku bê betalkirin.
- Navê Konseya Bilind diguhere
K24 ragihand ku Konseya Bilind a Referandûmê dê sibê li hev bicive, li ser encamên referandûmê nirxandinê bike û navê xwe jî biguherîne.
- Wezîrê îngilîz nameyek ji bo Barzanî şand
Wezîrê Parastinê yê Îngilistanê Michael Fallon nameyek ji Serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî re şand û got: "Piştî referandûmê em hêvî dikin niha hûn ligel Bexda û welatên cîran bikevin nava diyalogê."