Diyarname
Katalonya di 1'ê meha pêşiya me de referandûma serxwebûnê lidar bixe. Li hemberî vê hikumeta navendî ya Spanyayê ketiye nava hewldanan. Hikumetê ferman da polîsan ku navendên hilbijartinê bigire. Li hemberî her tiştî rêveberiya Katalonyayê di lidarxistina referandûmê de israr dike. Serokê Herêma Xweser a Katalonyayê Carles Puigdemont çapkirina pisûlayên dengdayînê ji ser twittera xwe re weşand. Û îro hezaran cotkarên katalan alên Katalonyayê di dest de traktorên xwe ajotin paytexta katalan Barselonayê û hin bajarên din bi vî awayî piştgirî dan referandûmê.
Li gor agahiyan, cotkaran traktor ji bo çalakiyeke aştiyane ajotine û ewê van li hin bajaran li cihên sindoq dê lê bê danîn bidin park kirin, bi vî awayî rê li ber hin tiştan bigirin.
Çavkaniyek ji polîsan ji bo AFP'ê gotiye ku li navçeyeke katalan wan dest daniye ser 2 mîlyon û nivî pisûlayên dengdayînê û 4 mîlyon heb zerf û 100 sindoqan.
TEV-DEM'ê piştgirî da
Di vê navberê de Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser referandûma serxwebûna hikumeta Katalonya daxuyaniyek weşand, referandûm wekî rengekî demokrasiyê bi nav kir û got: "Gelê Katalonyayê li ser xaka xwe ya dîrokî dijî, mafê wan jî heye ku wekî gelên din e yên mafê xwe yê azadî û serxwebûnê bi dest xistine, ku çarenûsa xwe diyar bike."