Diyarname
Neviyê avakarê Çînê Mao Zedung ê bi navê Mao Şinyu (39 salî) rutbeya generalî girt û bû generalê herî ciwan ê welat.
Li gor nûçeyên di çapemeniya Çînê de derketin endamê Akademiya Zanistî ya Leşkerî ya Çînê û pisporê stratejiya leşkerî Mao Şinyu di meha pûşperê de rutbeya generalî girtiye.
Her çiqas ev yek heta niha ji bo çapemeniyê nehatibe eşkerekirin jî Mao Şinyu kurtedemeke berê bi rutbeya xwe ya nû li eyaleta ku kalê wî lê hatiye dinyê li Hunanê beşdarî merasimekê bûye.
Çapemeniya Çînê ragihand ku Mao Şinyu generalê herî ciwan ê Artêşa Rizgariya Gelê Çînê ye.
Wekî notek: Di bin serokatiya Mao Zedung de Partiya Komunîst di sala 1949'an de şoreş pêk anî û li Çînê hat desthilatdariyê. Mao Zedung heta sala 1976'an ku wefat kir wekî Serokdewletê Çînê kar kir.


