Diyarname
Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Reks Tillerson li ser referandûma Herêma Kurdistana Federe axivî û got: "DYA referandûma yek alî ya Rêveberiya Herêma Kurdistanê nas nake."
Tillerson wisa got: "DYA, referandûma yek alî ya ku Rêveberiya Herêma Kurdistanê ku duşemê saz kir nas nake. Meşrûbûna dengdayîn û encamê kêm e. Emê piştgiriya Iraqek yekpare, federal, demokratîk û aram bikin."
Li gor nûçeya The New York Timê Wezîr Tillerson bang li her du aliyan ku aram bin û dawî li gotinên tehdîdwarî yên hemberî hev berdin.