Heta referandûm bi dawî bibe ev nûçe dem bi dem tê nûkirin... Her ku agahiyên nû tên em li gor saetê lê zêde dikin...
23.30 3 mîlyon û 305 hezarî deng da Berdevkê Komisyona Bilind a Hilbijartina Herêma Kurdistanê Şêrwan Zirar bîlançoya dengdayîna referandûmê eşkere kir û got: “Li Herêma Kurdistanê 3 mîlyon û 985 hezar û 120 kes mafê dengdanê heye. Li sînorê Herêma Kurdistanê ku di bin desthilata Hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê de bûn, 497 hezar û 190 kes ji herêmên derveyî rêveberiya herêmê tevlî referandûmê bûn. 98 hezar û 945 kes jî bi awayê elektronî dengê xwe dane. Li gorî ew agahiyên ji jor, di referandûmê de 4 mîlyon û 581 hezar û 255 kes xwedî mafê dengdanê ne. Ji van 3 mîlyon û 305 hezar û 925 kes tevlî referandûmê bûne ev jî dike ji sedî 72, 16.”
20.30
Herî zêde kîjan bajar beşdarî referandûmê bûye?
Rêjeya sedaneya beşdariya hilbijartina referandûmê diyar bû. Herî zêde bi sedî 94'an Akre û Zaxo beşdar bûne. Vane bajar bi bajar rêjeya beşdariya hilbijartinê:
- Zaxo sedî 94
- Akrê sedî 94
- Xaneqîn sedî 93
- Duhok sedî 92
- Şengal sedî 92
- Xaneqîn sedî 90
- Mexmûr sedî 87.3
- Celûla sedî 87
- Hewlêr sedî 86
- Deşta Neynewa sedî 80
- Soran sedî 80
- Kerkûk sedî 78.8
- Cebare sedî 76
- Xurmatu sedî 67
- Qeretepe sedî 62
19.30
Hejmara kesên li navçeyên ji Kurdistanê qutkirî deng dan:
Hejmara kesên li navçeyên ji Kurdistanê qutkirî deng dane hatin eşkere kirin. Li gor agahiyan encam bi vî rengî ye:
- Navenda Xaneqînê 76 hezar û 231 kesan dengê xwe dane ku dike bi rêjeya 96 ji %.
- Celulayê 35 hezar û 886 kesan deng dane ku dike ji 87.5 %.
- Sediye 12 hezar û 402 kesan deng dane.
- Mendelî 10 hezar û 461 kesan deng dane.
- Qeretepe 17 hezar kes deng dane rêjeya 68 % ye. (Ev ji Pukmediayê hatiye girtin)
Her wiha li Xaneqînê rêjeya dengdanê derketiye dor sedî 93. (foto: Dîmenek ji Xaneqînê)
19.15
Heta saet 18'an ku saeta dawî ya referandûmê bû lê saetek dirêj kirin rêjeya beşdariya referandûmê sedî 78 bûye.
19.10
HDP: Destwerdana leşkerî ne çareserî ye
Ji ber referandûmê li Enqereyê helbesta êrîşa leşkerî ya li Başûr jî tê nîqaşkirin. Li ser van nîqaşan vê êvarkî HDP'ê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê got ku ji ber referandûma ku Rêveberiya Herêma Kurdistanê li dar xistiye sazkirina rewşek destwerdana leşkerî nikare ji bo tu pirsigirêkê bibe çare û dê nebe jî. HDP diyar kir ku hê 19'ê mehê Hezên Hewayî yên Artêşa Tirkiyeyê gundê Şeladizê ya girêdayî Amêdiyeya Duhokê bombebaran kir û 7 sivîl kuştin.
19.00
Dengdan temam bû. Derî hatin girtin. Niha berpirsiyarên sindoqan dest bi hejmartina dengan kirin.
18.00
Dema dengdanê hat dirêjkirin
Dengdana ji bo referandûmê saeta wê heta 18'an bû, saetek din lê zêde kirin. Her kes dê bikaribe heta saet 19'an dengê xwe bide. Ji Komîsyona Bilind a Hilbijartinê Karwan Celal ragihand ku wan saetek din dem dirêj kiriye.
17.30
Resûl: Em bi hêvî ne bibin cîranek baş ji bo Iraqê
Cîgirê Yekê yê Sekreterê Giştî yê YNK'ê Kosret Resûl Elî deng da û eşkire kir ku ew pîrozbahiyê li xelkê Kerkûkê dike ji ber beşdarbûna wan di proseya serxwebûna Kurdistanê de ku di xizmeta hemû kesî de ye. Kosret Resûl Elî wisa got: "Em bi hêvîne ku ligel Iraqê bibin cîranek baş."
16.10
Hêro Xan li Kerkûkê den da
Endama Polîtburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê (YNK) û xanima Celal Talabanî Hêro Îbrahîm Ehmed li Kerkûkê deng da.
16.00
Beşdarî sedî 65 e
Rûdawê ragihand ku heta saet 15.00 asta beşdariya hilbijartinê sedî 65 e.
Her wiha Tora Şems ragihandibû ku heta nîvro rêjeya beşdarî li dor sedî 33 bû. Li gor Tora Şems ku hejmar eşkere kir heta nîvro rewş ev bû: “Hewlêr ji sedî 31,6. Silêmanî 23. Dihok 46. Helebce 23. Kerkûk 64,5. Diyale 41,6. Selahaddîn 36,4 û Neynewa 46 e beşdarî çêbûye” (Ev agarî ji Rojnewsê hat girtin)
14.00
Ji serê sibê de li bajarên kurdan kêf û şahî heye. Yên ku li ber cihên dengdanê li def û zirneyê didin, yên ku bangê dixwînin, yên ku govêndê digerînin... Heta niha tu pirsgirêk di dema dengdana referandûmê de çênebûye.
13.30:
Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ligel heyeta çavdêr a îngilîz hat ba hev û got ku ji ber 'statuya taybet' a Kerkûkê piştî referandûma serxwebûnê ew dê referandûmeke din li dar bixin.
12.10
Serokê Goranê Elî: Min got 'erê'
Serokê Tevgera Goran Omed Sadî Elî piştî dengê xwe da got: "Belê, min dengê 'erê' da."
12.00
Nêçîrvan Barzanî: Referandûm ne ji bo diyarkirina sînorên serxwebûnê ye
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî dengê xwe li Hewlêrê da, civîna çapemeniyê pêk anî û "Referandûm ne ji bo vê yekê ye, roja piştî referandûmê serxwebûnê ragihînin. Ne ji bo em sînorên serxwebûnê diyar bikin. Ev yek mijarek girîng e, welatên derdor û Bexda agahdar be. Me peywendiyên gelek baş li gel Tirkiyeyê dane dest pê kirin. Tişta ku îro me kiriye wê ji bo Tirkiyeyê nebe gef. Armanca me ya vê pêngavê tenê ji bo destnîşankirina îradeya gelê xwe ye. Piştî pêvajoyê em ê pêvajoya guftûgoyan ligel Bexda dest pê bikin."
11.45
Ligel Îran û Sûriyeyê, Çînê jî dijî referandûmê daxuyanî da. Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Çînê Lu Kang got ku hikumeta Çînê serdestî û yekbûyîna axa Iraqê diparêze.
Yûsiv: Deriyê Sêmalka ji bo Başûr vekiriye
Hevseroka Meclisa Damezrêner a Federaliya Bakurê Sûryayê Hediya Yûsiv li ser twittera xwe re ragihand ku eger Herêma Kurdistanê ji hêla dewletên derdor ve dorpêç bû, dergehê Sêmalka li ber Herêmê vekirî ye; Ger Herêma Kurdistanê rastî êrîşekê hat, dê Rojavayê Kurdistanê jê re palpişt be.
11.30
Mesûd Barzanî: Ez serbilind im
Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî li Hewlêrê dengê xwe da. Barzanî piştî dengdanê ji ser twitterê re ev agahî belav kir: "Ji ber vê sibê min dengê xwe da û ez beşdarî vê roja dîrokî bûm ez serbilind im."
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li Silêmaniyê dengê xwe da.
Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm li Kerkûkê dengê xwe da.
08.30
5 mîlyon û 200 hezar kes deng bidin
Li gor agahiyên Komîsyona Biling a Hilbijartinê 5 mîlyon û 200 hezar kes hilbijer hene û ew dê herin dengên xwe bidin. Li Herêma Kurdistanê 7 hezar û li herêmên bi nakok 5 hezar, bi giştî wê li 12 hezar navendan deng werin dayîn.
Cihên ku dengdan bi rê ve diçe jî ev in: Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Helebce, Kerkûkê û navçeyên wekî Xurmatû, Xaneqîn, Mendelî, Celewla, Qeretepe, Şengal, Mexmûr, Tilkêf, Hemdaniyê, Şêxan, Zûmar, Rebîe, Nemrûd û Bertileyê.
Li Başûr hemû partî alîgirê erê ne. Herî dawî Goran û Komelê duh raghandibûn ku ewê jî dengê erê bidin.
Li gor bajaran hejmara hilbijêran:
- Hewlêr: Mîlyonek û 200 hezar
- Silêmanî: Mîlyonek û 280 hezar
- Kerkûk: 750 hezar
- Dihuk: 800 hezar
- Derdora Misûl: 750 hezar
- Herêmen din: 420 hezar
08.00:
Dengdanê dest pê kir
Vê sibê li Herêma Kurdistana Federe û li herêmên bi nakok ên bi awayekî fermî li derveyî herêmê vê sibê ji bo dengdana referandûma serxwebûnê çûn cem sindoqan û dest bi dengdanê kirin.
Dengdana ku saet 08'an de dest pê kir heta 18'an dê bidome. Dengên "erê" û "na"yê hene di vê referandûmê de û gel li bendê ye ku bi hejmarek mezin dengê "erê" derkeve.