Diyarname
Tîmek dikare li dinyayê lîstikvanê xwe yê herî negire nav kadroya maçek? Bersiv erê ye. Ev yek li PSG'ê çêbû. Lîstikvanê PSG'ê Neymar îsal bi transferek rekor ji Barselonayê hatibû girtin di maça ku sibê dê bê lîstin de ne dav 11'an de ye. Sedem jî di maça PSG û Lyone de dema firîkîk dihat avêtin Nemyar û Cavani li hev nekiribûn û paşê ev xirecira li nav sehayê derve jî dom kiribû. Û di dawiyê de Teknîk Dîrektor Unai Emery di maça ligel Montpellier ku sibê dê bilîzin de Neymar negirt nav kadroyê. Teknîk Dîrektor bi vê yekê nîşan da ku tu kî dibî bila bibî, buhayê te çi dibe bila bibe li vir rêgez cuda ne. Neymar ji bo sibê negirtine nav kadroyê lê ji klûbê nehat eşkerekirin ku Neymar tenê vê hefteyê yan ji bo demek li derveyî kadroyê hatiye hiştin.
**
Nûçeya Eleqedar: