QAMIŞLO
Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê cara yekemîn e ku dê di 22`yê rezberê de hilbijartinên fermî yên hevserokên komînan li seranserî herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê li dar dixe.
Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêmên Federaliya Bakurê Sûriyeyê der barê hilbijartinên hevserokên komînan agahî dan. Hat gotin ku dê sibê ji danê sibehê bi hezaran hilbijêrên sê herêmên Bakurê Sûriyeyê (Cizîrê, Firat û Efrînê) berê xwe bidin navendên hilbijartinan û hevserokên komînên xwe hilbijêrin. Di hilbijartinan de dê 12 hezar û 421 kes ji bo hevserokatiya 3 hezar û 732 komînan bên hilbijartin.
Komseriya Bilind a Hilbijartinan ragihand ku navendên komînan dê bibin navendên dengdayînê
HERÊMA CIZÎRÊ
Li herêma Cizîrê hejmara namzetan 7 hezar û 720 e, ji van 3 hezar û 917 jin in. Hejmara komînan li tevahiya herêma Cizîrê 2 hezar û 495 e.
HERÊMA FIRATÊ
Li herêma Firatê jî 3 hezar û 135 namzet wê bikevin hilbijartinê, ji van hezar û 386 jin in. Hejmara komînan jî 825 in.
Dê hilbijartin li 825 navendan pêk were. Navendên ku dê hilbijartin lê bên lidarxistin li gorî kanton û herêman wiha ye: Kantona Kobanê 301 navendên komînan, li herêma Sirînê jî 223 navend dê werin vekirin. Li Kantona Girê Spî jî dê 326 navendên komînan werin vekirin.
HERÊMA EFRÎNÊ
Komseriya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan jî diyar kir ku hejmara namzetan li herêmê hezar û 566 in, ji van 700 jin in. Hejmara komînan jî 412 ne.
Hat destnîşankirin ku ji bo çûna ser sindoqan bendewariyek zêde heye. Hat diyarkirin ku ji ber komîn bingeha esasî ya sîstema federaliyê ava dike û zêdetir bi civakê re eleqedar e, çûna ser sindoqan zêde ye.
Her wiha hat gotin ku di hilbijartinê de hemû dikan û kargeh wê bêne girtin û tenê dermanxane û nexweşxane vekirî bimînin da ku pêşwaziya rewşên awarte bikin û ambûlas jî dê li hemû navendên dengdayînê bêne bicihkirin.
Dê hilbijartin saet di 08.00’an de dest pê bike û dê saet di 20.00’an de bi awayekî hevwext bi dawî bibe.