Stenbol
Merasima 25'emîn Xelatdayîna Rojnamegerî ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad îro dê li Otela Taksîm Hîllê li dar biketa lê Qeymeqamiya Beyogluyê merasim qedexe kir. Li ser vê yekê daxuyaniya çapemeniyê û merasima xelatdayînê li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê li dar ket.
Berî merasimê endamê juriyê Huseyîn Aykol diyar kir ku ev 28 sal in kevneşopiya azadiya çapemeniyê didomînin û wisa dom kir: "Li ser vê rêyê hevalên me şehîd ketin, yên hatin girtin, yên hatin sirgûnkirin çêbûn. Ji bo bîranîna hevalên me û Apê Mûsa em vê li dar dixin. Me li gelek cihan ev merasim li dar xist. Me li Stenbolê dest pê kir, li Amedê, Wanê li dar xist. Em fikirîn ku îsal dîsa li Stenbolê li dar bixin lê merasima me hat qedexekirin."
Piştî axaftinê merasima xelatdayînê li dar ket. Vane kes û berhemên hatin xelatkirin:
Nûçeyên tirkî
Di beşa nûçeya tirkî de nûçegihanê Dîhaberê Denîz Tekîn bi nûçeya "Polîsê ku di serdegirtina malê de dizî dikir di kamerayê de xuya kir" xelata yekemînî girt.
Ji Bîrgunê Erk Acarer bi nûçeya "OSO, tanga TSK’ê da DAIŞ’ê", nûçegihana Evrenselê Eylem Nazlier bi nûçeya "di bernameya dibistana seretayî de dîmena tirsnak" û nûçegîhanê diken.com.tr Rifat Dogan bi nûçeya, "Nifûsa giravan wê 5 caran zêde bibe: ji bo araziyên 2B tesîs, ji bo qatên zemînê destûra dubleksê" Xelata Taybet a Jûriyê girtin.
Nûçeya kurdî
Di beşa kurdî de nûçegihanê Dihaberê Cîhan Olmez bi nûçeya ‘Li Şirnexê skandal: Zarokê 14 salî ji girtîgehê bi îşkence birine cihê operasyonê!" xelat girt.
Nûçegihaniya jinê
Di nûçegihaniya jinê de jî nûçegîhanên Şûjinê Şehrîban Aslan û Şîlan Ozhan bi nûçeya "Êlih Bêdeg ma, zarokan qal kir: Bi zorê zarokan dixin nav fihûşê" xelat girtin.
Her wiha di vê beşê de nûçeya "Guleya yekem a Şengalê: Ji pênûsa Nûjiyanê, çîroka Gulê" hat xelatkirin. Nûjiya Erhan ku di êrîşa bi ser Şengalê de jiyana xwe ji dest dabû dest bi vê nûçeyê kiribûn û paşê Jînda Asmen ev nûçe temam kiribû.
Serketiyê beşa karîkatûrê Mûsa Kart e
Di beşa karîkatûrê de jî xêzkarê rojnameya Cumhuriyê Mûsa Kart xelat stand ku wi 9 mehên xwe li Girtîgeha Silîvrî derbas kiribFûn.
‘Înfaza Tazî’ hat xelatkirin
Di beşa fotografê de jî nûçegîhanê Dîhaberê Abdûrrahman Gok bi fotografê xwe ‘înfaza tazî’ xelat girt.
Nûçegihanê rojnameya Bîrgunê Alîcan Altunbaş bi wêneyê ‘Berteka li bêbertekiyê’ û nûçegihanê AFP’ê Îlyan Akengîn bi wêneyê bi navê "Binçavkirin" Xelata Taybet a Juriyê girtin.