SORAN MIHEMED/KERKÛK
Meclisa Parêzgeha Kerkûkê îro bê beşdarbûna eniya ereb û tirkmenan civîna xwe ya asayî pêk anî û xwedî li Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm derket.
Serokê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî têkildarî civînê ji bo ajansa me wiha got; "Bi piraniya dengan Meclisa Parêzgeha Kerkûkê biyara parlamentoya Iraqê ya ji bo dûrxistina Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm de red kir. Ew biryarên ji aliyê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê û Waliyê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm ve hatine girtin, hemû yasayî ne. Ji ber vê em biryarê red dikin."
Di 14'ê vê mehê Parlamena Iraqê bê amadebûna parlamenterên kurd biryara ji kar dûrxistina Waliyê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm dabû.
ROJNEWS
**
Nûçeya eleqedar:
- Waliyê Kerkûkê ji peywirê hat girtin