Diyaranme
Li welaten Ewropayê li ser tîmek teknîk dîrektorek bi salan kar dike, lê li Tirkiyeyê rewş cuda ye. Mînak li Îngilistanê Arsene Wenger ev 20 sal in Arsenalê bi rê ve dibe, lê li Tirkiyeyê temenê teknîkdîrektorê bi 2-3 salan bi sînor e. Her wiha hin nikarin salê jî temam bikin. Niha carek din ev rewş derket holê. Li Tirkiyeyê her sal di nav serdemê de gelek teknîk dîrektor têne qewirandin lê îsal ev yek hinek zûtir dest pê kir. Vê hefteyê hê maçên hefteya 5'an hatin lîstin lê tîman teknîk dîrektor şandin jî.
Hefteya borî li Evkur Yeni Malatyayê Teknîk Dîrektor Ertugrul Saglam îstîfa kiribû, vê hefteyê Teknîk Dîrektorê Gençlerbirligi Umit Ozat, yê Osmanlisporê Bulent Uygun îstîfa kirin. Û piştî van Teknîk Dîrektorê Antalyayê Riza Çalimbay îstîfa kir. Di hefteya 5'an de 4 teknîk dîrektor çûn.