Diyarname
Îşev di Lîga Şampiyonan de 8 maç hatin lîstin tenê yek bi 0-0'ê bi dawî bû û bi giştî 28 gol hatin avêtin. Herî zêde jî Chelsea avêtin ku Karabag bi 6-0 têk bir. Piştî wê PSG tê ku Celtic bi 5-0 têk bir.
Di maçên koman de 8 maç hatin lîstin. Maçên din sibê (roja çarşemê) dê bêne lîstin.
Vane maçên ku îşev hatin lîstin:
Koma A:
CSKA Moskovayê di deplasmanê de bi 2-1 Benfica têk bir.
Di maça din a vê komê de Manchester United li mala xwe 3 gol avêtin Baselê: 3-0.
Koma B:
PSG di deplasmanê de ligel Celticê lîst û tam 5 gol avêtin û bû xwedî 3 pûanan.
Di maça din a komê de tîma alman Bayer Munîh li mala xwe Anderlecht kir mêvan û bi 1-0'ê mêvan bê pûan şand mala xwe.
Koma C:
Di Koma C de Chelsea li Karabagê bû mêvan û bi 6-0 sê pûanên xwe girtin.
Di maça din a komê de Roma û Atletico Madrid 0-0 man. Ev temane maç bû ku îşev dengê golê jê nehat.
Koma D:
Barselona tîma Juventusê kir mêvan û bi 3 golan sê pûan girt. Di maçê de Messi gol avêt Buffon ku heta niha Messi qet nekaribû golê biavêje Buffonî.
Di maça din de Sporting Lizbon li Olympiakosê bû mêvan lê bi mêvaniya xwe nizanî: Maç bi 3-2 bi dest xist.