Diyarname
Ji bo Dora 3'yemîn a Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê îro pişke hat kişandin. Reqîbê Amed Sporê û hin tîmên din ên kurdan diyar bûn.
33 tîmên di Dora 2'yemîn de bi ser ketibûn, 5 tîmên ji Lîga Super, 18 tîmên ji Lîga TFF'ê û 36 tîmên di Lîgên 2'yemîn (Koma Sor û Koma SPî) bi giştî 92 tîm di nav pişkeyê de bûn.
Maçên Dora 3'yemîn dê rojên 19, 20 û 21'ê vê mehê bêne lîstin. Di maçan de kîjan tîm bi ser bikeve dê derbasî Dora 4'emîn bibe. Bi giştî 46 tîm dê bi ser bikevin, piştî vê dê 8 tîmên din ji Lîga Super bêne zêdekirin û di Dora 4'emîn de dê 54 tîm cih bigirin.
Payas Spor bû reqîbê Amed Sporê
Di encama pişkeyê de ev Amed Spor dê ligel Payas Sporê li Payasa Hatay bilîze. Payas Spor îsal di Lîga 3'yemîn Koma 3'yemîn de dilîze. Payasê di maça yekemîn a lîgê de Adliye Spor bi 2-0 li deplasmanê têk biribû. Amed Sporê jî di maça yekemîn de Mersîn Îdmanyûndû bi 7-0 têk biribû.
Vane reqîbên din
Her wiha hin tîmên din ên bajarên kurdan jî karîn heta vê dorê bên. Ji van Wan Belediye Spor rastî reqîbek mezin hat. Wan BB dê li Wanê ligel Kayserî bilîze.
Vane ew tîm û reqîbên wan:
- Batman Petrol Spor - Goztepe
- Diyarbekir Spor - İstanbul Sporn
- Akin Çorap Gîresun - Cîzre Spor
- Sancaktepe - Elazig Spor
- Adagold 24 Erzincan - Eskişehir
- Şanliurfa - Pazar SPor
- Balikesir - Kars 36