Diyarname
Navenda Çanda Mezopotamya bi çalakiyeke çandî vê cejnê ligel hezkiriyên xwe derbas dike. Di çalakiyê de pêşkêşkirina konser û lîstina lìstikek şanoyê heye. Di konserê de hunermend Ayfer Duzdaş, Ciya, Arhat, Deniz Esmer, Ferit Elalmiş, Genim, Mervan Tan, Nurcan Degirmenci, Nurhak Kilagoz, Ruken Yilmaz, Serhat Kaplan, Serhat Kural, Veysi Ermiş, Zelal Gokçe û dengbêj Xenî Qereyazî wê derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêş bikin. De şevê de Şanoya Bajêr a Amedê jî wê lîstika xwe "Qirix" pêşkêş bike.
Çalakiya ku roja 3'yê mehê, saet 18'an de li Kenter Tiyatrosuya li Harbiyeya Stenbolê li dar bikeve de pêşkêşvaniya wê dê Rûgeş Kirici bike.