Diyarname
74'emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê bi beşdariya gelek hunermendên navdar ên Hollywoodê dest pê kir. Du stêrên Hollywoodê Jane Fonda û Robert Redford dê îsal "Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de" bigirin.
Îsal Seroka Juriya ku dê Xelata Şêrê Zêrîn belav bike dîsa stêrka Hollywoodê Annette Bening e. Di nav endamên juriyê de lîstikvana fransiz Anna Mouglalis, derhêner Edgar Wright û lîstikvan Rebecca Hall jî hene.
Di beşa pêşbaziyê de 21 fîlm hene, yek ji wan derhênera wê jin e: Derhênera çînî Vivian Qu bi fîlmê xwe "Angels Wear White" di nav derhênerên pêşbaziyê de ye.
Hunermend û aktîvîstê çînê Ai Weiwei belgefîlmekî li ser drama penaberan kişandiye û bi vê belgefîlmê xwe li Venedikê ye.
Lîstikvanê ji DYA'yê yê navdar George Clooney vê carê bi derhênerî li festîvalê ye. Clooney fîlmê bi navê "Suburbicon" kişandiye ku fîlmekî polîsî-komedî ye û bi vê ketiye pêşbaziya Xelata Şêrê Zêrîn. Fîlmê ku senaryoya wî Birayên Coen nivîsandiye lîstikvan Matt Damon û Junianne Moore têde dilîzin