Diyarname
Yek ji pênûsên xurt ê wêjeya tirk Muzaffer Îzgu ku berhemên wî li kurdî jî hatin wergerandin îro wefat kir.
Muzaffer Îzgu di 29'ê kewçêra 1933'yan de li Edeneyê hatiye dinê. Ji ber malbata wî feqîr e Îzgu ji zarokatî ve dest bi karkiriye; firaq şûştine, garsonî kiriye, di sînemayan de gazoz firotiye û ligel van yekan jî xwendina xwe domandiye. Wî piştî ku dibistana navîn temam kiriye paşê li Amedê di Dibistana Şevborîn a Mamosteyan de xwendiye. Li vê dibistanê wî û Gunsel xanim hev dîtiye û zewicîne. Paşê ew ji bo mamostetî çûne Farqîna Amedê. Paşê wî li gelek navçe û bajarên Tirkiyeyê mamostetî kiriye. Yekem pirtûka wî bi navê "Gecekondu" di sala 1970'ê de ji aliyê Weşanên Remzî ve hat çapkirin; 72'yan de "Îlyas Efendî", 72'yan de "Halo Dayi" çap kir.
Heta niha wî 42 roman û pirtûkên çîrokan, 73 heb jî pirtûkên ji bo zarokan nivîsandin.
Wî di pirtûkên "Zikkimin Koku" û "Ekmek Parasi" de jiyana xwe vegotiye.
Berhemên wî ên wergerandin kurdî
Ji pirtûkên wî gelek lîstikên şanoyê hatin lîstin. Di du ji wan ji bo kurdî hatin wergerandin û hatin lîstin. Lîstika wî "Dîwar" ji aliyê Cemil Oguz ve ji bo kurdî hat wergerandin; "Sînor" jî ji aliyê Cewad Pale ve hat wergerandin. Her du lîstik jî ji aliyê lîstikvanên Navenda Çanda Mezopotamyayê ve hatin lîstin. Her wiha çîroka wî ya ji bo zarokan "Pembûyê Reş" ji aliyê Îsmaîl Dîndar ve ji bo kurdî hatibû wergerandin û ji Weşanên Evrenselê derketibû.
Îzgu: Ez kêfxweş im bi kurdî derketiye
Piştî wergerandina vê çîrokê ji bo kurdî di hevpeyvîneke rojnameya Evrenselê de li ser pirsa "Çîroka we ya zarokan 'Pembûyê Reş' ji bo kurdî hat wergerandin. Tu wekî nivîskarekî tirk çi difikirî?" wisa gotibû, "Ziman ji bo min ne muhîm bû, tu demê jî mehîm nebû. Lê bêşik girîng e ku ji bo kurdî hatiye wergerandin. Ez salên dirêj li Farqîna Amedê jiyam, ligel kurdan têkiliyên min ên baş çêbûn. Jİ ber vê yekê ez gelek kêfxweş bûm ku pirtûka min ji bo kurdî hatiye wergerandin."
**
Nûçeyên eleqedar:


