Diyarname
Kevneşopiya derxistina rojnameya rojane ya bi kurdî didome. Piştî girtina Azadiya Welat a ji aliyê KHK'ê (Biryara di Hukmê Zagonê de) rojnamegerên kurd rojnameya Rojeva Medya derxistibûn, duh KHK'ê ev jî girt. Û îro careke din rojnamegerên kurd ketin nava hewldanan û careke din rojnameyeke nû derxistin. Vê carê bi navê "Welat". Rojnameya Welat yekem car di sala 1992'yan de wekî heftane dest pê kiribû û ev kevneşopî dom kiribû. Piştî wê bi 25 salan niha WELAT wekî rojnameyeke rojane dest bi weşanê kir.
Welat îro bi manşeta "Naşikê û nakeve" silav li xwendevanên xwe kir.