Diyarname
Bi ser 10'an de tîmên bajarên kurdan di pişkeyê de cih girtin û reqîbên wan diyar bûn.
Di Kûpaya Tirkiyeyê ya Zîraatê de ji bo Dora 2'yemîn pişke hat kişandin. Tîmên amator ên di Dora 1'emîn de bi ser ketibûn û tîmên Lîga 3'yemîn bi giştî 66 tîm beşdarî pişkeyê bûn. Maçên Dora 2'eyîn dê rojên 29-30'ê vê mehê bêne lîstin.
Di nav tîmên ketin pişkeyê de tîmên bajarên kurdan jî hebûn û ev bûn reqîbên van:
- Tarsus îdmanyurdu - Şanliurfa Karakopru Bld.
- 12 Bîngol - Anagold 24 Erzincan
- Eleziz Belediye - Diyarbekir
- Kars 36 - Mûş
- Agri 1970 - Van BB
- Siirt Ozel îdare - Batman Petrol
- Cîzre - Yuksekova Belediye
Tîmên bi ser bikevin dê derbasî Dora 3'yemîn bibin.