Diyarname
Di Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê de îro Dora 1'emîn hat lîstin. Di vê dorê de tîmên amator hebûn. Surprîz ew bû ku Mûş Sporê Dêrsim Spor têk bir. Dêrsim Spor ku par di Lîga 3'yemîn de bû lê di rêzên dawî de cih girt û ji lîgê ket îro ligel Mûş Sporê lîst. Dêrsim li hemberî Mûşê têk çû ku ev surprîz bû.
Tîmên din ên bajarên kurdan Serhad Ardahan li hemberî Artvînê têk çû: 3-1.
Siir Ozel Îdare tîma Mardîn 47 bi 2-0 têk bir.
Yuksekova Belediyeyê Tatvan Gerçlerbirligi bi 3-0 têk bir.
Agri 1970 jî li hemberî 62 Pertekê bi 2-0 bi ser ket û derbasî Dora 2'yemîn bûn.
Ji bo Dora 2'yemîn rojaü 23'yê mehê saet 13,30 de dê pişke bê kişandin. 21 tîmên ji Dora 1'emîn derbasî Dora 2'yemîn bûne û 45 tîmên Lîga 3'yemîn bi giştî 66 tîm dê bikevin pişkeyê.
(Emê agahiyên nû biweşînin)