Diyarname
Pirtûka Ezîzê Cewo bi navê "Êzdîtî, Divê mirov rastiya wê li ku bigere" ji Weşanên J&J derket. Pirtûk li ser koka peyva êzîdî heta dîroka êzdiyan, reformên Şêx Adî balê dikişîne ser gelek aliyên vê meseleyê. Em xwendina pirtûkê ji bo xwendevanan dihêlin û pêşeka pirtûk ku di vê pêşekê bi xwe de jî gelek agahî hene pêşkêşî we dikin. Fermo:
**
Pêşek;
Ev pirtûka Ezîzê Cewo (Mamoyan) a “Êzdîtî: rastîya wê divê li ku bigerin” lêpirsînek a zanistî-rojnamegerî ye, ya ku bûyerên dîrokî, ji demên kevnar heya destpêka sedsala XX hildigire nava xwe.
Di vê de dîtinên lêpovajî û çewt ên di derbarê ola kevnar a gelê kurd – êzdîtîyê û wê civaka netewî-bawerî de, tên nirxandin û ravekirin, ya ku li ser bingeha vê olê ava bûye. Û li ser vê bingehê hinek rêyên ji nû ve dîtin û ji nû ve watedarkirina rastîya dîrokî diyar dike.
Di dema lêpirsînê de wisa jî rêzek rûpelên dîroka kevnar a kurdan û cînarên wan hatine ronîkirin – ên ku xwe digihînin demên padişahiya Medya kevnar. Ew analîzên zanistî, yên ku di vê berhemê da pêk hatine, di gelek pirsan de pala xwe spartine encamên lêgerînên zimanzanî-êtîmolojî.
Sedem, bingeh û binaxeyên peydabûna dîtinên lêpovajî û çewt ên di derbarê ola kevnar a gelê kurd de, ji dema pêşîyên wî – medên kevnar ve û heta îro, hatine lêgerandin... Ev dane û bûyerên rastîn, û, wisa jî dîtinên lêpovajî û çewt ên di derbarê pêşîyên kurdan – medên kevnar û ola kevnar a berî zerdeştiyê ya gelê kurd de, yên ku di vê pirtûkê de hatine lêgerandin, ji hêla zanistî ve pir balkêş bûn.
Û, lewre jî, ew bûne qinyatên (matêrîal) bingehîn ji bo nirxandinên vê mijarê. Li ser bingeha hemberhevkirinê û analîza van agahîyên dîrokî, dane û bûyeran, û wisa jî dîtinên lêpovajî û çewt ên di derbarê wan de, di nav çarçoveya rastîyên heyî yên wê dema dîrokî de û ji hêla pêşketina civaka mirovahîyê ve, hewl hatiye dayîn, ku hemû alî û taybetîyên vê olê û bîrûbawerîya wê bên ravekirin û derên zanebûnê.
Armanca vê lêgerînê ew bûye, ku di kontêksta dîroka gelê kurd de, wekî peyhatiyê rastedêr ê wê şaristaniya kevnar, ji dema padişahiya Medyayê ve û heya êzdîyên îro rave bikin. Û di vê lêgerînê de, li ser vê bingehê û wisa jî, li ser bingeha agahîyên dîrokî û ravekirina taybetîyên sereke yên ola êzdî û bîrûbawerîya wê, sedemên sereke yên peydabûna dîtinên lêpovajî û çewt ên di derbarê vê olê de tên ronîkirin. Û li vir wisa jî, sedemên peydabûna dîtinên lêpovajî û tewş ên di derbarê vê ola kevnar a gelê kurd da hatine dîyarkirin, ên ku bûne bingeh ji bo wan nirxandin û şiroveyên di derbarê vê ola bi sur û sêr de, yên ku ji hêla lêgerînerên bîyanî (û ne tenê ji hêla wan) û olzanan ve hatine pêkanîn. Û ji bo wê jî, di vê lêpirsîn-lêgerînê de nirxandinên zanistî di warê wan çavkanî û agahîyên dîrokî yên pir hêja de hatine pêkanîn, ên ku di pirtûka erkdarê olî yê ermenî yê destpêka dewra XX Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan a “ Kurmajên yêzîdî” da hebûne.
Ev pirtûk ji hêla naveroka xwe ve dewlemend û pirşêwaz e. Û helwesta zanistî ya xudanê pirtûkê li hember lêgerînên qinyatan pir balkêş e. Û ji ber wê jî ev pirtûka Têr-manvêlyan, bi matêrîal û mêtodologîya analîza xwe va rasterast bûye beşekî bingeha matêrîalî ya destpêkî ji bo analîz û nirxandinên vê berhema zanistî-lêgerînî. Heya ji bo analîz û şiroveyên cihêreng, hinek parçeyên vê pirtûkê di vê lêgerîna zanistî da hatine bikaranîn. Û li ser bingeha wan matêrîalan jî nirxandinên zanistî û analîzên rexneyî yên li ser dîtinên lêpovajî û tewş hatine pêkanîn.
Û yek ji encamên wan lêgerînan jî ew bûye, ku çavkanîya dîtinên lêpovajî û tewş hatiye dîtin, ew hatiye nirxandin, ravekirin û makkirin. Di vê berhemê de wisa jî ew sedemên dîrokî yên objêktîv û sûbjêktîv bi zanistî hatine ravekirin û derketine ronahîyê, yên ku di cîhana kevnar da bûne bingeha çîrokên dûrî heş û sewdayên mirovan û gotegotên nebînayî yên cihêreng...
Peydabûna wan çîrokên dûrî heş û sewdayê mirovan û gotegotên nebînayî û, her weha, hemû dîtinên lêpovajî, tewş û vala, yên ku ji sazbûna wan ra bûne bingeh, di vê pirtûkê de bi zanistî hatine nirxandin û ravekirin...
Bi vê re wisa jî agahîyên çavkanîyên kevnar hatine nirxandin (analîzkirin), yên wekî: berhemên bavê dîrokê Hêrodot (“Dîrok”) û bavê dîroka ermenîyan Movsês Xorênatsî (“Dîroka Ermenîstanê”). Di dema lêpirsînê da wisa jî agahî, nêrîn û derencamên zanistî yên zanîyar û nivîskarên navdar ên rûs, kurd, ewropî û yên bîyanî hatine bikaranîn, wek ên: Abovyan X.A., Diyakonov B. M., Êndryû Kollîz (Andrew Collins), Ekrem Cemîl Paşa, Marr N. Ya., Maxmûdov N. X. (Nadoyê Xudo), Mêntêşaşvîlî A. M. Mînorskîy V. F. Pûşkîn A. S., Rîçard Fray, Vîlçêvskîy O. L. û yên dinê.
Helbet, evana her tenê gavên yekem in, ên ku ji bo lêgerînên vê ola kevnar û bîrûbawerîya wê di çarçeveya pêşketinên dîrokî yên civakê da hatine avîtin. Wisa jî, helbet, pêvajoyên civakî-siyasî û olî, yên wê demê di goveka van lêgerînan da hatine nirxandin. Ew gavên hanê, yên ku di warê bi piralî û di nav tomerîyekê da lêgerîna taybetîyên vê olê hatine avîtin, ji bo lêgerînên nû yên pêşerojê dikarin bingeheke zanistî amade bikin û, wek ku Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan dibêje, bi rastî jî, “... gelek tişt bi lêgerînên wê yên ji dil û girîng va girêdahî ne, û ya sereke jî – pêşveçûna zanistê û ronîkirina dîroka olan”.
Li vir lêgerîn di goveka pêşveçûnên dîrokî yên pêvajoyên civakî hatine pêkanîn. Ew wisa jî ji hêla pêşveçûnên dîrokî yên çandî û olî yên civaka êzdîyan û bawerîya wan va hatine pêkanîn..
Di dema pêkanîna lêgerînan da ne tenê analîzên civakî, dîrokî, lê her weha yên zimanzanî-ravekirinî (linguistic-etymological) hatine bikaranîn, û bi saya wê jî gelek sedemên peydabûna dîtinên lêpovajî û tewş ên di derbarê vê olê da hatine dîyarkirin. Û analîzên vî rengî yên di nava tomerîya hevbeş da (komplêks) bê encam neman...
Li ser bingeha analîzên zanistî yên zanîyarîyên wan çavkanîyên dîrokî yên di derbarê ola gelê kurd a kevnar û bingehên bîrûbawerîya wê de, yên ku di nav wêje û hunera zarkî, di dua-dirozge û jîyana rojane ya gel de hatine parastin, Ezîz ê Cewo van encaman derdixe:
– yên êzdî, wekî ku hemû gelê kurd, peyhatiyên rastedêr ên medên kevnar in; ewana ola pêşîyên xwe – êzdîtî, parastine;
– navê ola êzdî ji navekî Xwedê – Êzdî//Ezda tê, yê ku peyveke têkel e, û ji hêla xwe va ji peyverêza ‘yê ez dayî’ tê; êzdîtî ola gelê kurd a berî zerdeştîyê ye;
– lê peyva Êzid ji navê xelîfekî cîhana misulmanîyê – Yezid ben-Muewiya ben- Ebu- Sifyan beni–Omeya tê, û yên êzdî jî jêra sultan Êzîd dibêjin. Û ev jî tu pewendîya xwe bi ola kevnar a gelê kurd – êzdîtîyê ra nîne;
– di dîroka ola êzdî da du demajoyên ji hev cuda hebûne: yek, a berî Şêx Adî bûye, ya dinê jî, ya pey wî ra ye. Û ew, a ku pey rêformên têkilîdarî navê Şêx Adî re derketiye holê, êdî êzdîtîya di qalivê îslamê de ye, lê ya berî wan rêforman, êzdîtîya kezî, ya pîroz e;
– her çi jî hebe, gelek êzdî, yên ku zêdetirî dused salî berê, ji ber zilm û zordariyên li hember xwe, welatê xwe terikandine, gelek taybetî û hêmanên ola êzdî parastine;
– mînakên pêlîstin û lêpovajîkirinên agahêyên dîrokî û teknilojîyên gemarî tenê di dîroka mirovahîyê ya nû û nûtirîn de rastî mirov nayên; mînakên wisa di dîroka kevnar de jî hebûne; û lêpovajîkirina dîroka kurdên êzdî û pêşîyên wan – medên kevnar, her tenê nimûneyek ji wan e...
– hemû dîtinên lêpovajî û tewş ên di derbarê êzdîyan û ola wan de ji demên padîşahiya Medya kevnar ve dest pê dibin;
– hemû agahîyên hinartî û dîtinên lêpovajî û tewş ên di derbarê pêşîyên kurdên êzdî de roleke pir neyînî di karê çêbûn û belavbûna wan çîrokên dûrî heş û sewdayê mirov da lîstine, ên ku hinekan bi zanebûn di derbarê ola wan a kevnar de li hev anîne. Û ew derew û gotegot ne tenê roleke xeder di dîroka gelê kurd de lîstine, lê, sed heyf û mixabin, wisa jî, hinek caran bûne bingeh ji bo “lêgerînên” gelek zanyar û nivîskarên cîhanê yên bi nav û deng, ên ku di derbarê vê mijarê da nivîsine;
– ev berhema jî gavek e, li ser rêya lêgerînên piralî yên di warê êzdîtîyê de, ya ku yek ji olên nebînayî û dergerdûnî (êkzotîk) ya cîhana kevnar e; wekî ku tê zanîn, di dewra XII de Şêx Adî di nav bîr û bawerî û dîtina di derbarê sêwira cîhan û gerdûnê ya ola êzdî de rêform pêk anîne; lê her çi jî hebe, evê olê gelek taybetiyên xwe heya rojên me parastine; û ji vir û pêva jî lêgerînên bingehên vê bîr û baweriyê û dîtinên wê yên têgihîştina cîhanê, yên ku ji bo vê olê bûne bingeh, wê gelek derfetan biafirînin, ku mirov wan pêvajoyan û guhartinên dîrokî têbigihîje; ew derfet wê wisa jî bi kêrî lêgerînên taybetiyên civaka netewî-olî ya êzdîyan bên, a ku li ser bingeha bîr û bawerîya ola êzdî ava bûye;
– ji bo lêgerênên taybetîyên ola êzdî û civaka êzdîyan a netewî-olî tam û heralî pêk bên, divê ew matêrîal û encamên wan lêgerînan, ên ku îro berev bûne, ji vir û pê ve jî, di nav tomerîyekê de bên analîzkirin; ji bilî wê, divê nêrîn, vegotin û dîtin, her wiha, lêgerînên cuda yên heyî bi hev re di nava tomerîyekê de bêne analîzkirin, ji bo ku bo domandina lêgerînên di vî warî da bingeha zanistî biafirînin; wisa jî, ji bo ku hemû taybetîyên vê olê derkevin ronahîyê, divê lêgerînên ezdazanîyê (têolojîyê) bên pêkanîn; – lê ji bo ku lêgerînên piralî di tomerîyekê de bên pêkanîn, wisa jî ew hemû taybetiyên vê ola kevnar û bîr û baweriya wê, ya ku ewê ji olên heyî yên kevneşopî cuda dikin, ji nû ve bên vejiyandin; ji bo vê jî pêwîst e, ku hêzên ezdazanan û pisporên warê dîroka olan ên xwedî zanînên berfireh di cîhekî de li hev berev bibin; wisa jî zanînên oldarên zane û xwendî dê ji bo vê pêwîst bikin, ji bo ku, hîç nebe, eger ne bi giştî be jî, bingehên vê ola kevnar, ên ku di qalibê îslamê de hatine parastin, vebijêrin, deremên bîyanî ji wan cuda bikin, û li ser vê rêyê jî, wekî gava yekem, mijarnameke planî ji bo guftûgoyên zanistî amade bikin. Helbet, ev jî dikaribû bibûya gava yekem, ji bo ku bingehekek zanistî bê amadekirin... Û li ser vê bingehê jî, lidarxistina konferans û sempozyûmên zanistî yên bi vê mijarê dikaribûn ev karê bi kêr derxistina ser rêya zanistî-giştî...