Koçer qala çîroka 'Dayê dayê' kir ku çawa kirin ‘Olurum Turkiyem’
Hevpeyvîn: ABDURRAHMAN GOK / AMED – DÎHABER
Xwediyê helbesta ‘Dayê Dayê’ ku muzîka wê ji hêla Mustafa Yildizdogan ve hatiye dizîn, Gernas Koçer diyar kir ku wî li gel Koma Niþtimanperwer di sala 1990’î de kaseteke korsan derxistiye û ew melodî aîdî wê stranê ye.
Piþtî ku fenomenê medyaya civakî Serhat Eyalet Lordu îfþa kir ku muzîka strana “Olurum Turkiyem” a Mustafa Yildizdogan ji straneke kurdî hatiye dizîn, nîqaþên talankirina çanda kurdî zêde bûn. Xwediyê stranê û þahidê çêkirina melodiyê Mele Reþîd Yilmaz ku bi navê helbest û nivîsê wekî Gernas Koçer tê nasîn, niha li Swîsreyê dimîne. Yilmaz got ku ew stran cara yekemîn di sala 1990’î de ji hêla Koma Niþtimanperwer ve hatiye xwendin û helbest, gotin û awaza stranê jî aîdî wan in.
Hûn dikarin xwe bi me bidin nasîn?
Em bi xwe koçerên Didêran in. Eþîreteke mezin e li Botanê. Berê em ji Cizîra Botan diçûne zozanên Wanê, Miksê û Þaxê. Di sala 1973’yan de me dest ji koçeriyê berda û malbat li Êlihê bi cih bû. Li wir ez hem diçûm dibistanê hem jî min medrese dixwend. Piþtre jî bi qasî 7-8 salan min li Cizîrê medrese xwend. Li cem Seydayê Mele Evdirehmanê Xendekî ku dîroknasekî bi nav û deng bû û Seydayê Mele Evdilayê Dêrþewî seydayekî me yê dengê wî gelekî xweþ bû, xwend. Me li medreseyan di heman demê de ziman û wêjeya helbestvan û nivîskarên kurd ên wekî Melayê Cizîrî, Mem û Zîn, Feqiyê Teyran jî dixwendin. Bi mirov re hestên kurdewarî geþ û þîn dibûn.
Hûn Serhad Eyalet Lordu nas dikin ku li ser medyaya civakî muzîkên hatine dizîn îfþa dike. Muzîka strana “Olurum Turkiyem” jî derket holê ku ya strana we ye. Gelo hûn kengî bi vê hesiyan?
Bi rastî muzîka vê strana ku Mustafa Yildizdogan xwe pê pesinandiye û bi salan e nanê wê dixwe, gelê tirk bi rihê panturkîzma xwe gur û geþ dikin û pê faþîzmê dimeþînin, dizî ye. Min ew stran bi xwe guhdar nekiribû. Belkî carinan bi ber guhê min ketibû; lê min bal nedabû ser. Carekê hevalekî min got ‘gelek kes stranên we didizin û pê dilîzin.’ Min jî got ‘jixwe bê xwedî ne. Heta niha kes nizane kê nivîsîne. Navê xwe li ser bidin jî ne ecêb e.’ Lê bi rastî dema hevpeyvîna we ya Serhad Eyalet Lordu derket, min guhdar kir. Min li qeydiya xwe ya herî kevn a destpêkê jî guhdar kir. Bi rastî jî diziyeke berbiçav e. Ez nû pê hesiyam ku muzîka vê strana ‘Dayê Dayê’ û ew stran mîna hev in.
Hûn dikarin ji me re behsa strana Dayê Dayê bikin…
Gotinên wê stranê min di sala 1990’î de nivîsîn. Straneke behsa çend þehîdên li Cudî þehîd ketine dike. Bingeha melodiya wê min danî. Mihemed Eliyê Koçer û hevalê Bawer hatin xwestin vê tomar bikin. Lewre wê demê strana Berxwedana Cizîrê jî amade dibû. Di sala 1990’î de þeveke zivistanê bû, ev stran hate gotin û qeydkirin. Jixwe Mustafa Yildizdogan bi xwe jî dibêje ku 24 sal berê ew kaset tomar kiriye. Me beriya wî bi 3 salan ew stran qeyd kiriye.
We kengî dest bi nivîsandina helbestan kir?
Min helbesta xwe ya yekemîn li Cizîra Botan, ez bawer im di salên 85-86’an de, nivîsî. Hevalekî þervanê azadiyê li biniya çiyayê Cudî li gundê Þaxê di malekê de, di encama bêbextiyekê de hat kuþtin. Nehiþtin ku em caneze biþon, kefen bikin û defin bikin. Me dixwest em lê xwedî derkevin, li ser cenaze bixwînin. Dewletê nehiþt. Ez pir hestiyar û hêrs bûm. Di heman þevê de min helbestek nivîsî û wê þevê min bir bi kêliya gora wî hevalî ve kir. Ew helbesta yekemîn bû ku min li ser kaxizê nivîsîbû. Navê helbestê "Nevîno" bû. Xiyaneta wî kesê ku îxbara þehîd kiribû min nivîsî. Min digot dê hesab ji te bê pirsin. Piþtî 5 salan bi rastî jî hesab jê hate pirsîn. Min helbest çawa nivîsîbe, hema wisa derket.
Li gorî we çima melodiya straneke þoreþgerî li straneke nîjadperestiya tirk bar kirine?
Ev stran li herêma Botan li Cizîrê amatorî be jî gelek hat hezkirin. Ji ber ku gel lê xwedî derket, hevalên li wê herêmê rozeta ku wêneyê serok li ser bû, wekî xelat ji min re þand. Bi taybet hevalan agahî dabûne min ku wan biryar daye li herêma Botanê heçî mala heyî kaseteke ku me çêkiribû tê de were guhdarîkirin. Hevalan pir girîngî didayê. Kaseteke korsan bû. Dijmin jî dît bê çi qas gel ji vê kasetê hez dike. Îxtîmaleke ku dijmin gotiye stran bê dizîn jî tu kes nizane xwediyê wê kî ye û bi vê yekê jî dizîne. Li ser vî esasî muzîka vê stranê dizîn. Xwestin bi vê yekê jî tola xwe hilînin û gotin ‘madem hûn bi van stranan þoreþê gur dikin, em ê jî bi vê melodiyê faþîzma xwe gur bikin.’
Navê vê kaseta Koma Niþtimanperwer ku hûn behs dikin çi bû?
Ji ber ku kaset bi awayekî korsan hatibû dagirtin me tu nav lê nekiribûn. Bi rastî jî piþtî me ew kaset dagirt, hin kesan got yekî biriye li Entabê (Dîlok) ji xwe re zêde kiriye, hin nav danîne ser û firotine. Min nedît lê tiþtekî wisa hebû. Navê wê tune bû lewre ev kaset ji ber hev hat zêdekirin. Kaset tev ji ber yek kasetê hatin dagirtin û zêdekirin.
We li ku derê ev kaset dagirt?
Me ev kaset li Êlihê li taxa Baglarê dagirt. Taxa Koçeran dibêjinê. Di xaniyekî yekqat ê kerpîç de me dagirt. Me hemû zarok derxistin derve. Ez bi xwe ne profesyonel bûm. Lê di aliyê gotinê de ez pir bûme alîkar. Mînak stranek heye dibêje ‘Çiyayê delal û hêja ey Cudiyê pir þêrîn.’ Heval ber bi çiyayê Kurdistanê ve dihatin û xîtabî çiya dike dibêje ‘Mêvanên te tên xwe hazir bike.’ Îcar ew helbesta ‘Çiyayê delal û hêja’ ez bi xwe dixwînim, Mihemed Elî û Bawer bi hev re neqerata wê dixwînin. Dema me kaset dagirt jî gelek zehmetî hebûn. Carinan xirab dibû, carinan kêm dibû, refleks nebaþ dibû.
Ji hêla hiqûqî ve tiþtekî hûn bikin heye yan na?
Parêzerên ku di vê mijarê de pispor in, hebin bikarin biþopînin, em ê wekaletê bidin wan. Heya dawiyê jî dikarin wan gunehbar bikin. Delîlên me jî ji Cizîrê heya Silopiya û Êlihê; her kes dizane ew stran kengî derketiye. Wê demê ev kaset ne ji bo kariyer, nav an jî tîcaretê dihatin amadekirin. Veþartî bûn, qedexe bûn. Hestên wêjeyî bûn. Þopandina ruhê wêjeya kurdî li ser bingehên rêxistinê hat afirandin. Strana Mustafa Yildizdogan jî di 92-93’yan de derdixe. Çawa me ew stran li ser ruhê þehîdan afirand, ew jî dixwazin li hemberî wê întîqamê hilîne. Ew melodî dizîn, ew strana þovenîst pê çêkirin. Hesabekî cuda di vê meseleyê de heye. Gelekî maneya wê giran e. Ji bo taybetiya wê ev stran dizîn.
Li gorî we çawa ev stran gihaþt Yildizdogan?
Ji sedî sed ew kaset li herêmê pir dihate guhdarîkirin. Kaseta rehmetiyê Dilgeþ a bi navê Muxtaro ne tê de, tu kaset wekî wê li herêma Botan nedihatin guhdarkirin. Gelek bala milet dikiþand. Bi taybetî bala miletê me yê dilpak ku ji reseniya xwe hez dikir, dikiþand. Ewan dît ku ev kaset bala milet gelekî dikiþîne û bi rastî jî korsan e, li melodiyên bêxwedî digeriyan û gotin ev melodî korsan e, ne mimkun e xwediyê wê di piyaseyê de hebe. Bi rêya kontrayan û hevalên wan ev stran birin û ji xwe re çêkirin. Ev rêbazeke hêsan e. Dengbêjên wan bi xwe îtiraf dikin ku li mintiqeyên Hewreman, Soran gundên kurdan; melodiyên ecêb emrê wan hezar sal in li wan deran dîtine û ji xwe re dizîne.
Tenê stran û melodî bê xwedî ne…
Gel bê xwedî ye, stran jî bê xwedî ne. Heta niha ne tenê muzîk; folklor, helbest û hezaran tiþtên me dizîne. Nivîskar û helbestvanên me birine. Ger saziyek, akademiyeke me ya çand û hunerê hebûya nikaribûn ew qas bi hêsanî bidizîna. Saziyek hebûya, helbet dê hemû tomarkirî bûna, xwediyê tevan kifþ bûna, mor û îmzeya me dê li ser bûya. Tu kesî nikaribû nêzî nirx û rûmeta me bibûya. Mixabin ev ji bêxwedîtiyê hatiye serê me.
Serpêhatiya wa ya xebatên we çawa ye gelo?
Hin berhemên min hatin çapkirin, lê gelek ji wan hêj nehatine çap kirin. Di sala 91-92’yan de min helbestek li ser þehîdan nivîsî û min dixwest li ser gorên þehîdan ev helbest bê xwendin. Demeke dirêj hat xwendin jî. Dîsa ‘Hesenkêfa min bajarê xembar tu xeml û xêza dîroka kevnar…’ Dema Hesenkêf kete bin xetereya di binê bendavê de bimîne min ew helbest nivîsî. Ji ber bajarê min bû û ez pir lê geriyabûm. Ji bilî wê min ji bo Radyoya Dengê Kurdistanê ‘Destana Þerê Kundan û Qijikan’ bi zimanê fablan wekî helbest nivîsî û xwend. Nêzî 20 beþan e. Þerekî mezin di navbera kund û qijikan de ye. 5 sal berê ew tev hate weþandin. Her wiha Destana Kawayê Hesinkar heye. Min wekî helbestekê ji bo xîtabî zarokan bike amade kir. Min ew destan jî di radyoyê de xwend.
Herî dawî ez dixwazim hûn ji me re behsa projeyên xwe yên nû bikin.?
Projeyeke min heye, ev 9 sal e destanekê dinivîsim. Navê wê Destana Vejînê ye. Heya niha derdora hezar û 900 rûpel min nivîsîne. Berî Mîladê bi 5 hezaran heya roja îro tê. Lehengê vê destanê Seydayê Xanî ye. Dîsa projeyeke min a din heye; navdarên dinyayê çi qas hene gotinên wan perspektîfên wan ên gelekî xweþ hene. Ez wan dikim çarîn. Wekî rubaîyên Omer Xeyyam. Mînak; ‘Kesî tu car nedîye / Spî bûye sehê reþ / Ji qîvar û kerbeþê / Nayê bêhna gula geþ.’ Nêzî 400 çarîn heta niha min nivîsîne. Ji bo çapkirinê amade ye. Niha jî hefteyê carekê ji radyoya Dengê Kurdistanê re bernameya ‘Welatê Xwe Binase’ çêdikim.