Diyarname
Heskîf ku dîroka 12 hezar salan di nava xwe de dihebîne ji dêvla bê parastin tê xirakirin. Bi dînamîtan zinarên Heskîfê têne xirakirin.
Di meha pûşherê de Wezîrê Av û Daristanan ê Tirkiyeyê Veysel Eroglu çûbû serdana Heskîfê peyman îmze kiribû ku dê şikeftên her du aliyên newala Heskîfê bêne dagirtin, "zinarên talûkeya ketina wan heye" jî bêne xirakirin. Bi îdîaya ev zinar talûkeya ketina wan heye têne dînamîtkirin û bi dînamîtan têne xirakirin. Ev dîmenên xirakirina zinaran îro di tora civakî de hatin weşandin û rastî bertekên dijwar hatin.
Rayedaran gotibûn ku dê 210 şikeftan dagirin. Ligel ev şikeftên têne dagirtin, dê gelek şikeftên li kanyon û newalê di bin avê de bimînin.
Hewldana Parastina Heskîfê li ser vê daxuyaniyek nivîsî weşand û got: "Hat dîtin ku zinarên talûkeya wan a ketine nîn e jî têne xirakirin. Di xirakirin û daxistina van zinaran de taqemeniyên wekî dînamît têne bikaranîn. Ev taqemenî dibin sedem ku di zinarên din de hejandin çêbibe, xwezaya kelehê tê xirakirin. Dengên ji teqandinê tê li nav gelê herêmê bi taybetî li nav zarokan dibe sedema tirsê. Ligel vê yekê toz û dûxana di encama xirakirina van zinaran de dertê holê bandoreke neyînî li esnafên navçeyê dike. Her wiha li qadên ku zinar têne daxistin û xirakirin dêr û bermahiyên şerabxaneyan yên ji zinaran hatine çêkirin jî hene. Parçeyên zinaran ên di encama teqînê de dikevin dibin sedema bermahiyên dêrê û şerabxaneyê."