Diyarname
Tîma teknîk dîrektor Zinedine Zidane û tîma Mourinho ji bo bibin mezinê mezinan, ji bo Kûpaya Super a UEFA'yê bibin mala xwe xwêdan dan. Ji serî heta dawî taktîk dan lîstikvanên xwe. Di maça ku bi li dor sedî 60 bi lîstina gogê serdestiya Real Madrîdê hebû de Madrîrê bi 2-1 maç bi dest xist û kûpa bir mala xwe.
Real Madrîdê bi Casemiro bi 1-0 derket pêş û nîveka yekemîn bi vî awayî bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de Isco ku li sehayê yek ji lîstikvanên herî baş bû li ser navê Realê golek din avêt: 2-0. Hêviya Realê xurtir bû lê MU'yê zû bersiv da. Lîstikvanê MU'yê Lukaku got em hê hene: 2-1. Lê ev qubxwestin têrê nekir.
Di maçê de 3 gogên Realê ji dîrekan vegeriyan, qeleparêzê MU'yê De Gea çend caran rê neda gogên Realê ber bi torê ve herin.
Hin îstatîstîkên din:
- Stada lê hat lîstin: National Arena Filip II
- Hakêm: Gianluca Rocchi, Elenito Di Liberatora, Mauro Tonolini (Îtalyan)
- Teknîk Dîrektor Zidane 733 mîlyor û
- Buhaya tîma Real Madrîdê bi 714 mîlyon û 800 hezar Euro ye. Yê MU li dor 558 mîlyon û 850 hezar Euro ye.
- RM'ê bi sedî 63 bi gogê lîst, MU sedî 37
- RM'ê 16 şût kişandin, MU'yê 14.
- RM'ê tam 523 pasên serketî gihandin lîstikvanek din, MU'yê 271.
- RM 8 korner avêtin. MU tenê 2.
- RM'yê herî dawî sala 2002-2003'yan de ev kûpa girtibû. Bi îro re bû 4 caran Kûpaya Super bi dest dixe.