Diyarname
Li Almanyayê ferhenaga DUDEN çapa wê ya nû hat kirin û 5 hezar peyvên nû li ferhengê hatin kirin ku di nav van peykan de "Selfie" û "Tablet" ku ev peyv bi koka xwe ji îngilîzî ne hene.
Weşanxaneya Duden çapa 27'emîn a Ferhenga Duden û Rêziknameya Îmlayê çêkir ku vê hefteyê ew têne firotin. Di nav çapa nû de nêzî 5 hezar peyvên nû hene. Di nav peyvên nû de peyvên bi koka xwe îngilîzî jî hen. "Fake News" (nûçeya derewîn), "Postfakticsh" (rastî yan jî wî aliyê hebûnê) jî hene. Ji van "Postfaktisch" par li Almanyayê ji aliyê Saziya Ziman ve wekî peyva salê hatibû hilbijartin. Peyvên ji îngilîzî yên wekî "selfîe", "Emojî", "denxistina ji Facebookê", "Berçavka daneyan" jî ketine kê..
Berê dema peyvên îngilîzî diketin nav almanî li Almanyayê gelek nîqaş dihatin kirin, niha diyar e ev hinek sivik bûye. Rayedara Dudenê Kathrin Kunkel-Razum ji bo ajansa dpa'yê wisa gotiye: "Dema em li ser pêşketinên teknîkî binêrin em dibînin ku ji DYA'yê bi îngilîzî gelek tişt ketine nav zimanê me. Ev rastiyek e."
Duden ev salên dirêj in peyvên almanî zêde dike. Niha di Duden de 145 hezar peyvên sereke hene. Di sala 1880'î de ev 27 hezar heb bû. Lijneya weşanê biryar dide ku dê kîjan peyvên li nav jiyanê bikevin ferhengê; krîtera sereke jî ew e ku peyvên gelek têne bikaranîn. Herî dawî di sala 2013'yan de çapa vê ferhengê hatibû kirin.
Ji DW hatiye girtin