Diyarname
Li ALmanya, Belçîka, Hollanda, Îngilistan û Fransayê hêkên madeya fîpronîl ketiye nav hatin dîtin. Li sê welatan lêkolîn hat dest pê kirin.
Belçîka
Tê gotin ku li Belçîkayê şîrketek paqijiyê bûye sedema skandala fîpronîl. Tê gotin ku li Belçîkayê jehr bi mirîşkên 57 çewlikan ketiye. Saziya ji ewlehiya xurekê berpirs ê Belçîkayê "FASNK" gotiye ku ji meha pûşperê ve ev melese li holê û haya wan jê heye. Ev daxuyanî li nav welat bû sedema gelek reaksiyonan. Li Belçîkayê ji gelek supermarketan hêk hatin berhevkirin.
Hollanda
Li Hollandayê li dor mîlyonek heb hêk hatin îmhakirin. Li Hollandayê ji marketan hêk hatin komkirin û di encama tehlîlan de 180 sazî hatin girtin. Saziya xurekê ya Hollandayê (NVWA) got ku dê ji van saziyan 138 hebê wan êdî neyên vekirin.
Rêxistina Cotkaran a Hollanda (LTO) ragihandiye ku heta niha ji 300 hezarî zêdetir mirîşt hatine mirarkirin
Almanya
Wezîrê Çandiniyê yê Almanyayê Christian Shmidt got ku îhtîmal e hêkên bi jehr li 12 eyaletên federal hatibin belavkirin. Ew dibêje ji hêkên bi jehr herî zêde li eyaletên Saksonyaya Jêrîn û Ren-Vestfalyaya Bakur hatin belavkirin; rewş girtibe bin qontrolê lê hê talûke tam bi dawî nebûye.
Fransa
Li Fransayê hikumetê ragihand ku hêkên ji Hollandayê hatine û hatiye diyarkirin ku têde madeya fîpronîl heye li di tessîsên xurekê hatine dîtin.
Wezîrê fransiz radigihîne ku ew nizanin ev hêk li Fransayê ji aliyê mirovan ve hatine xwarin yan na.
Fîpronîl çi ye?
Fîpronîl dermanek e ku ji bo kêç, spî û kirniyên di sewalan de têk bibin bikar tînin. Di bikaranîna sewalên ku mirov wan dixwin û di sewalên koxan de bikaranîna vê madeyê qedexe ye. Dema sewal rastî vê dermanî bê ji mû û çermê wan ev derman diçe hundir û ji wir dikeve nav hêkan.
Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê madeya fîpronîl wekî "madeyek di asta navîn de bi talûke" bi nav dike û dibêje dema zêde bê bikaranîn bandorek zêde li ser gurçik, pişik û tîroîtê dike.