Diyarname
Pêşangeha wêneyan a ser li Rojava ku ji aliyê Însiyatîfa Lîlakê ve tê organîzekirin, li Freiburgê dest pê kir.
Însiyatîfa Lîlakê (Linke Internationale Lebensfrohe Alternative Kultur / Çanda alternatîf a çepgir, jiyana navneteweyî) a ji aliyê Komîteya Piştgiriya Kurdistanê (Kurdistan Solidaritaetkomitee) ve hat damezrandin, li bajarê Almanyayê Freiburgê, pêşangeha wêneyan a bi navê "Fruehling der Frauen-revolution der Frauen in Rojava (Bihara Şoreşa Jinan li Rojava)" vekir.
Pêşangeh 30'yê tîrmehê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Freiburgê dest pê kir. Berî vekirina pêşangehê nûnerên Meclisa Jinê ya Nûda û Jinên Ciwan ên Azad ên Freiburgê axivîn. Nûneran bal kişand ser armanca bingehîn a pêşangehê û qala jiyana rojane ya li Rojava kir.
Ev 5 meh in li cihên cuda pêşangeh li dar dikeve, heta niha zêdetirî 3 hezar kesî li pêşangehê temaşe kiriye. Pêşangeha niha heta 15'ê gelawêjê dê bidome.