Rojda Aydin / Amed
Sûzan Bozkuş ku xalîçe û merşan dihûne, li aliyekî jî tabloyên hevrîşimî çêdike. Sûzan Bozkuş tebaxa 2016’an dest bi xebata xwe ya cihên dîrokî yên Amed û Sûrê kiribû û vê xebata wê nêzî salekê kişand û niha jî tablo ber bi qonaxa xilasbûnê ve diçe. Sûzan Bozkuşê li ser vê xebata xwe wiha peyivî: “Ev xebata min êdî hatiye qonaxa xilasbûnê. Nêzî salek kişand. Ji ber ku ev xebata min li ser cihên dîrokê yên Amed û Sûrê ye. Min ji bo vê hevrîşim bi kar anî, ji ber ku hevrîşim gelekî zirav û narîn e. Rojê nêzî 6-7 saetên xwe min ji vê tabloyê vediqetand. Ev tablo bi temamî ji hevrîşim çêbûye. Ji ber vê jî ev tablo gelekî cuda disekine.”
Amed û Sûr li ser tabloya hevrîşim
Bozkuş got ku di dema çêkirinê de gelekî bi kêf û kelecan bûye û wiha dewam kir: “Ev xebat di piçûkatiyê de xeyala min bû û min ev xeyala xwe pêk anî. Belê, gelek cihên dîrokî ji aliyê wênesazan ve hatine xêzkirin lê tu carî li ser tabloyekê nehatibûn honandin û neqişandin. Min cihên dîrokî yên Amed û Sûrê bi hevrîşim li ser tabloyê neqş kirin.”
‘Sûr bi dîroka xwe tê nasîn’
Sûzan Bozkurtê bi vê xebata xwe bal kişand ser avahiyên li Sûrê tên hilweşandin û got: “A niha di vê pêvajoyê de hilweşandina Sûrê di rojevê de ye. Dibe xaniyên Sûrê ne dîrokî bin lê belê avahiyên ku li Sûrê tên hilweşandin temamiya Sûrê xirab dikin. Ji ber ku Sûr bi avahî û dîroka xwe ya kevn tê nasîn û bi nav û deng e. Bi taybetî jî zarokên ku li kolanên Sûrê dilîzin û dijîn, Sûrê xweşik dikin. Avahiyên ku li Sûrê bên çêkirin bawer nakim ku xweşikbûnekê bidin Sûrê. Ji ber ku Sûr her tim bi rewşa xwe ya berê xweşik e. Avahiyên berê yên Sûrê çi qasî dîrokî nebin jî em naxwazin bên hilweşandin. Ew avahiyên ku tên hilweşandin ji bo Sûrê bi tenê windahiyek e. Lê Sûr dê tu carî neyê jibîrkirin. Ji ber vê jî min Sûr li ser tabloyekê ava kir.”
Xebata li ser koçberiyê
Sûzan Bozkurtê behsa xebatên xwe yên din jî kir û got, “Heta niha xebatên ku min kirine, xebatên mîtolojîk bûn û xebata min a yekem bi Adem û Hawa dest pê kir. Piştre jî min mijarên xwezayî û cihên dîrokî yên Stenbolê li ser tabloyê neqişandin. A niha jî cihên dîrokî yên Amedê li ser tabloyê min neqş kirin. Ez bawer dikim ku gava hunermend xebatên xwe tînin ziman, dibin ziman, çav û guhên civakê. Xebata min a din jî li ser koçberiyê ye ku min dest pê kiriye. Di vê xebata min de zarok û jinên ku bandora koçberiyê li wan bûye û zehmetiyên wir tînim ziman. Ji ber ku di vê pêvajoyê de gelek jin û zarok hatin kuştin û gelek ji wan jî ji ber şer koçber bûn. Ez dixwazim vê rewşê bi hevrîşim li ser tabloyan bînim ziman.”
Sûzan Bozkurtê di dawiyê de wisa dibêje: “Heke xebatên min biqedin, ez difikirim ku pêşangehekê vekim û xebatên xwe derxim pêşberî civakê.”
ŞÛJIN